Bûyerpress
Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Zanîngeha Rojava; dema serlêdana xwendekaran a sala nû ya 2017-2018an li gorî mercên li jêr radigihîne:
1- Pêwîst e xwendekar hemwelatiyên Bakurê Sûriyê bin.
2- Nabe ku xwendekar li Zanîngeha Rojava û heman demê di
zanîngeheke din bixwîne.
3- Divê bawernameya amadeyî bi dest xistibe, erêkirina serlêdanê dê li gorî cureya bawernameyê, sala derçûnê û pileyên ku diyar bûne ji aliyê her fakulteyê ve, li gorî agahiyên di malikên li jêr de.
4- Bawernameyên ji aliyê Xweseriya Demokratîk ve yên kantonên Kobanê û Efrînê tên pejirandin, her wiha bawernameyên mîna wan ku ji aliyê rêveberiya Minbic û Girê Spî ve derketine tên pejirandin .
5- Bawernameyên amadeyî yên ne ji Sûriyê ne, tên qebûlkirin, lê piştî bên pişrastkirin.
6- Xwendekar mafdar in ku li gorî pileyên xwe di hemû fakulteyan de serlêdanê bikin. Lê eger li gorî pileyên ku standine ne xwestekên wan nehatin erêkirin, li hemû fakulteyên serlêdan lê kirine bi sedema pileyên wan; lîsteyeke yedek (ihtiyat) tê amadekirin û xwendekar li gorî pile û xwesteka xwe li fakulteyên zanîngehê tên belavkirin; lê li gorî pêşanî (di serî de) ya zanîngehê û karîna wê ya hembêzkirina xwendekaran.
7- Ji bo malbatên pakrewanan ji 10% kota tê destnîşankirin (keç û kurên şehîd, xuşk û birayên şehîd, hevjîna/ê şehîd).
8- Xwestekên xwendekaran ên bêtomar di dewletê de(bê qeyd di sicîlên dewletê de) tên pêşwazîkirin û biryardana erêkirinê piştî teqezbûnê ji serkeftina wan di ezmûnên amadeyî û teqzbûnê ji pileyên ku bi dest xistine de tê standin.
9- Serlêdan ji roja 6/9/2017 – 20/09/2017an demjimêr 08:00 ta 03:00 de dest pê dike. Di rojên în, şemî û navberên fermî de jî serlêdan dewam dike.
10- Serlêdana xwendekaran ji bo fakulteya endezyariya petrol û petrokîmyayê li avahiya fakulteyê-li Rimêlan e. Xwendekar dikarin ji bo fakulteyin din jî li wir serlêdanê bikin. Lê serlêdanên xwendekaran ji bo fakulteyên din wê li avahiya fakulteya endezyariya çandiniyê li bajarê Qamişlo be.
11- Hemû kesên ku bawernameya amadeyî bi dest xistine yên xwendina xwe li akademî û peymangehan bi dawî kirine, her wiha yên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dixebitin; dikarin serlêdana xwe li fakulteyên zanîngeha Rojava bikin.
12- Ji bo karmendên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, akademî û peymangehan de; pêwîst e erêkirina saziya ku tê de dixebitin pêşkêş bikin.
13- Sala xwendinê 2017 – 2018 ji dîroka 01/10/2017an de dest pê dike. 14- Kaxezên tên xwestin: Kopiyek ji nasnameyê + 2 wêneyên kesayetî + kopiyek muhrkirî ya bawernameya amadeyî + belgeyek ji komînê + belgedankeke naylon + pûla Xweseriya Demokratîk (bi 100 L.S ye) + sicîla dadî û ev sicîl piştî erêkirina xwendekar e, ku rêveberiya zanîngehê lîsteyan bi navê xwendekarên li fakulteyan hatine erêkirin; dişîne ji aliyên têkildar re.
Qamişlo 28 / 8 / 2017 Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Kanton Cizîrê Zanîngeha Rojava Semîra Hac Elî Mihemed Salih Ebdo Xanxanka mercên tomarkirin û erêkirina xwendekarên Zanîngeha Rojava Ji bo sala 2017 – 2018 rêzejimar Navê fakulteyê Beş Pileya kêmtirîn Cureya bawernameyê Sala derçûnê Hin mercên din
1 Jineolojî ——- Hemû serlêder Hemû bawernameyên amadeyî Hemû sal Tenê ji bo jinê ye
2 Wêje Wêjeya Kurdî Hemû serlêder Hemû bawernameyên amadeyî 2015 2016 2017 Maf pêşî ji bo sala 2017an e
3 Endezyariya Petrolê ——– 160 Zanistî 2015-2016-2017 80% ji kursiyan ji bo sala 2017 10% ji bo sala 2016 10% ji bo sala 2015
4 Endezyariya Petrokîmya ——– 160 Zanistî 2015-2016-2017 80% ji kursiyan ji bo sala 2017 10% ji bo sala 2016 10% ji bo sala 2015
5 Endezyariya Çandiniyê —— 150 Zanistî+amadeyî ya çandiniyê 2015-2016-2017 Maf pêşî ji bo sala 2017an e û ji bo bawernameya amadeyî ya çandiniyê, pêwîst e xwendekar 75% bi dest xistibe
6 Zanistên Perwerdehiyê Bîrkarî Fîzîk Kîmya Zanyarî Dîrok Erdnîgarî Mamosteyê rêfê Zimanê Kurdî Hemû serlêder Zanistî Zanistî Zanistî Zanistî Zanistî + wêjeyî Zanistî + wêjeyî Zanistî + wêjeyî Zanistî + wêjeyî 2015- 2016- 2017 Maf pêşî ji bo sala 2017an e
7 Hunerên Bedew ——- Hemû serlêder Hemû bawernameyên amadeyî Hemû sal 1- Pêşbirkek piratîk wê pêk bê û yê 50% bi dest bixe, ew serkeftî ye. 2- Dîroka pêşbirkê demjimêr 9 sibê 19.9.2017