Bûyerpress
Fermandarên Artêşa İraqî ragihandin ku di çarçoveya operasyona rizgarkirina Tileferê de, du heremên wî bajarê hatine rizgarkirin.
Heman fermandaran da zanîn ku hêzên Iraqî bi tenê 3500 mitreyî ji navenda Tileferê bi dûr in û ta aniha wan her du heremên Elkîfah û Elnûr bi dest xwe ve anîne.
Berî aniha Serokwezîrê Iraqî Heyder El’ibadî ragihandibû ku bi tenê 2000 çekdarên DAİŞê li Tileferê hene.