Bûyerpress_Sputnik
Her du rêxistinên Kurd ên bi navên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş (KOMELE) û Partî Dîmokratî Kurdistan (PDKÎ) dest bi rêkirina pêşmergeyên xwe ji bo nava bajarên Rojhilata Kurdistanê kiriye, û herî dawî jî navê Pêşmergeyên Navbajêr li wan kiriye.
Di vê meha Tebaxê de, ji encama şer û pevçûnên ku di navbera Pêşmergeyên Navbajêr ên her du rêxistinan ji milekî ve û Pasîvanên Îranî ji milekî din ve ku rû dabûn, zêdetir ji 10 Pasîvanên Îranî hatin kuştin û 2 Pêşmerge jî şehîd bûn.
Hêjayî gotinê ye ku Pêşmergeyên her du rêxistinan ev demek e li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi cih bûne.