Deysem Doxan: Wênegir, derhêner û berhemdarê fîlmên Kurdî ye û aniha li Elmanyayê dimîne.
Di biwara wênegiriyê de Deysem sitêreke geş e, hem di kişandina wêneyan de, hem jî di kişandina dîmenan de.
Jidayîkbûyî 1982yan e.Li Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekirine.
Deysem, ji malbateke Kurdperwer î resen e. Muhra malbata wî li çand û hunera Rojava û temamî Kurdistanê diyar e…ji ber ku ew birayê hunermendê navdar Dilo Doxan e, birayê derhêner û nivîskarê sitranan Ronî Doxan e, her wiha birayê şêwekarê Kurd Sabir Doxan e.
Zaroktiya xwe, tevlî xwendina xwe ya seretayî û navendî li bajarê Tirbespiyê (Rojavayê Kurdistanê) qedandiye.
Ji destpêkê ve ewî şopa hunerî ya malbatê girtiye û bi hunera şêwekariyê yekemîn gav avêtiye.Paşê nas kiriye ku ew heweskarê wênegirtin û kamîrevaniyê ye.
Her timî arezûya wî, ew ber bi rahiştina kamîreyê ve kêşaye û bi berdewamî dixwest ku raz, teknîk û hûrgiliyên kamîreyê nas bike.
Deysem ji wênegirên xwefêrker e, ji ber ewî bi awayekî jixweber kesayeta xwe daye hêvoştin…ew jî di rêya hêçandina her tiştên girêdayî babetên wênegiriyê re, her wiha di rêya ceribandin an jî pêşkêşkirina tiştekî nûjen di her carê de.
Di nava xelk û derdorê de navê Deysem heye, her wiha li Ewropayê û bi taybetî li Elmanyayê.
Destpêka wî:
Di destpêka jiyana xwe ya pîşekarî de, pirojeyeke taybet ava kir, ew jî “Navenda Deysem Doxan ji bo Derhênerî û Wênegirtinê” bû.
Wekî wênegirekî xudan çêj û zîrek, karînên xwe li nêv hevalên xwe yên wênegir çesipandin.
Di dema ku rûberê serkeftinê li pêş wî fireh dibû de, karê xwe berfirehtir kir û gelek bajarên Sûryayê dan ber saya navenda xwe.
Di pişt re, Navenda Cizîrê ji bo montac û sererastkirina dîmen û wêneyan ava kir, da ku daxwazên têkildaran ji hemî parêzgehên din û di serî de yên parêzgehên Şam, Heleb û Laziqiyê, pêk bîne.
Bi domana demê re neçar ma ku şaxekî navenda xwe li Helebê bide vekirin.
Penaberiya ber bi Ewropayê ve:
Ji ber ewlehî û parastina malbata xwe, Deysem biryar da ku koçî Ewropayê bike, da ku li welatê rûniştina her du birayên xwe “Dilo û Ronî Doxan”, li Elmanyayê bi cih bibe.
Tevlî astengiyên hînbûna ziman, jiyana nû û bîroqratiya li Elmanyayê, Deysem hewl da ku ji nû ve dest pê bike, ne tenê wilê; lê belê ji dilê Ewropayê “Elmanya” heman karê xwe domand û şaxê xwe li tevahiya Ewropayê da belavkirin.
Car dî li ser pêyên xwe sekinî û peywendiyên xweş û xurt li gel hevpîşeyên xwe li Elmanyayê çêkirin.
Çawa ku giha Ewropayê, vekirina “Navenda Deysem Doxan ji bo Berhemdarî û Wênegiriyê” ragihand, ew jî li cihê rûniştina xwe Elmanya.
Di 1ê Cotmeha 2016an de, Deysem li ser rûpelên xwe yên fermî” Fêsbûk, yûtyob û enistigramê” veguhastina navenda xwe ji bo Hanoverê ragihand, ji ber ku Hanover di nêviya Elmanya de ye û hemî bajarên wê digihîne hev û din…vê yekê jî gelek alîkarî di babetên kar de pê re kir.
Kar û berhemên wî:
_Serkariya derhêneriya gelek fîlman kiriye, wekî kilîbên hunermendên navdar, ji wan Ciwan Haco û Dilo Doxan.
_Ji bo rojnamegerên ku di dezgehên Elmanî de kar dikin, şêwr û alîkariyê di çawaniya kişandina wêneyê de pêşkêş dike.
_ Di rahênana gelek wênegiran de Beşdar bûye -û hîn jî-, her wiha wênegirên profîşînal jî rahênan dike.
_Di sala 2016an de, bi tenê navenda wî ji bo romalkirina şahiya Cejna Mozîkê ya Cîhanî li Dêra Markit Kîşga hat vexwendin, ew jî li Hanovera Elmanî.
_Yekemîn kes bû ku kors û agahî di rêya kenala xwe ya fêsbûk re daye bûk û zavan, ew jî bi her du zimanên Kurdî û Erebî. Ev yek jî bi alîkariya tîmeke hevkar ew film berhem daye.