Bûyerpress
Serokê Şandeya Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê Roz Nûrî Şawîs ragihand ku wan lipaşxistina gelpirsiya serxwebûna Kurdistanê red kiriye.
Şawîs ragihand ku Serokê Hikûmeta Iraqê Heyder El’ibadî soza çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê daye, lê şandeya Kurdistanê jê re gotiye ku baweriya wan bi sozên Bexdayê nayê.
Berî aniha jî, Herêma Kurdistanê daxwaza Emerîka ji bo lipaşxistina dema gelpirsiya serxwebûnê red kir.