BÛYERPRESS
Di kovara Hawar sala 1932’an de yekem car di dîroka kurdan de,bi zimanê kurdî tîpên latîniyê hatin bikar anîn û nivîsîn
Ji ber vê yekê Kovara Hawarê roleke xwe ya girîng hebû di pêşdaxistin û standartkirina zimanê kurdî zaravayê ( kurmancikî )
Bijîşk û rewşenbîr Dr.Memo Ebdê der barê nêzîkbûna salvegera deranîna kovara Hewarê postek belav kir.
Di nava vê postê de destnîşaniya xebatên Celadet Bedirxan di çarçoveya pêşxistina ziman di çapemeniyê de û dibêje
Di salvegera 88’emîn a derçûna kovara yekemîn bi zimanê kurdî , zaravê kurmancî de , ji hêla Mîr Celadet ve li Şarê Şamê (Dîmeşq).
Gelo piştî Hawara Celadet û tanî roja îro , tu kovar an rojname dikarin cihê wê bigirin ji hêla zimanê wê ve ?
Gelo piştî mirina Celadet kê ji ziman-nasan ala ziman hilgirt ?
çima ta êsta rastnivîsa kurdî nehatiye danîn ?
Ka ferhengsaziya kurmancî li ku maye ?
Bi hêviya beşdariya çalak û pisporane ji hêla heyran û tagirên zimanê kurdî ve
Weku tê zanîn her sal 15’ê gulanê salvegera weşana kovara Hewarê tê bi bîr anîn.