Bûyerpress
Kiryarên erebkirina Herêma Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirkiyê ve berdewam in, herî dawî jî komika Ehrar El-Şerqiyê 20 çekdarên Xûtayê li navçeya Racoyê bi cih kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de da zanîn ku di van her 10 rojên derbasbûyî de, dagirkeriya Tirkiyê û komikên girêdayî wê, bi awayekî herî tund kiryarên revandin, talankirin, dizî û erebkirinê encam dan.