Bûyerpress
Şeva derbasbûyî zindana gundê Seraciyê yê girêdayî bajarê Hisiça û li ser sînorê Iraqê ku aniha li jêr kontrola DAIŞê ye, ji hêla firokeyên Hevpeymana Navdewletî ve bi giranî hat topbarankirin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama topbarana firokeyên Hevpeymanê de li ser gundê Seraciyê, hejamrek ji welatiyên gund jî hatine kuştin.
Hêja ye mirov bibêje ku li Herêma Cizîrê, tenê deverên Til Şayir, Dişîşe û Ebû Hamdê ku li ser sînorê Iraqê ne, hêj di bin kontrola DAIŞê de ne.