Bûyerpress
Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku wan li bajarê Serê Kaniyê dizekî zêr û pereyan desteser kir, piştî ku çend dikanên Serê Kaniyê vekiribûn û tiştên tê de dizî bûn.
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava, dizê ku hatiye girtin 6 dikanên xurdekirin pere û diravan û dikaneke zêran vekiribûn û tiştên tê de dizî bûn.
Hat ragihandin ku evî dizî derdora 700 hezar L.S, 101 dolar, laptobek û 3 mobayl dizîne.