Bûyerpress
Hat ragihandin ku hêzên rêjîma Sûrî li gel hevalbendên xwe û bi piştgîriya firokeyên Rûsî, li başûrê parêzgeha Idlibê helmeteke berfireh dane destpêkirin.
Her wiha hat zanîn ku hêzên rêjîmê li devera bakurê Hemayê û başûrê Idlibê, êrîşeke tund biriye ser xal û baregehên rikberiya Sûrî ya çekdar û aniha şer li dar e.
Ji aliyê xwe ve rêjîma Sûrî kontrolkirina çend gundan ragihand û got ku çekdarên rikberiyê ketine nav xaka parêzgeha Idlibê.