Bûyerpress
Êvara duh Yekşemê û di civîneke xwe de li gundewarê Qamişlo, Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê (ENKS), Si’ûd Mela wekî Serokê nû yê ENKSê ragihand.
Li gorî ku hatiye zanîn, di civîna ENKSê de çend biryarên nû hatine standin, yek ji wan biryaran ew e ku Serokê nû yê ENKSê Si’ûd Mela ye.
Di heman civînê de, ENKSê çend endam ji bo Komîteya Pêwendiyên Derve jî destnîşan kirin; ew jî ev in: Tahir Sifûk, Siyamend Haco, Ibrahîm Biro, Kamîran Haco û Îsmaîl Hesaf.