Bûyerpress
Li taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo, ji ber sedema barîna baranê boriyên avrêjiyê teqiyane, ji vê yekê ava vexwerinê û ya karîzan tevlî hevdu bûye.
Şêniyên taxê bang li şaredarî û dezgehên Rêveberiya Xweser dikin ku bi awayekî lezgîn evê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku tevlîbûna ava vexwarinê û ya qirêjî li nav hev, dê nexweşiyan bi xwe re bîne.
Her wiha welatiyên taxê diyar kirin ku ev pirsgirêka wan a salane ye û divê di demeke nêzîk de çareyek jê re bê dîtin.