Derîsînorê Babilhewa li bakurê rojavayê Sûriyê bi Tirkiyê re duh yekşemê hate girtin, di encama pevçûnan di navbera du aliyên çekdar de li gor ragihandina Mersed Sûrî ya mafên mirov û hin çalakvanan.
Li gor agahiyan pevçûn dest pê kirin di navbera (Tevgera Azadîxwazên Şamê) ya girêdayî Eniya Islamî û (Tevgera Hezim) ya girêdayî Desteya Erkana Artêşa Azad.
Rêvebirê Merseda Sûrî Ramî Ebdilrehman ji ajansa Franspress re got: ʺPevçûnên giran di navbera herdu aliyan de li ba derîsînorê Babilhewa li parêzgeha Idlibê çêbûn û hejmareke nenaskirî ji birîndaran hebûʺ.