Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demukrat HSD’ê ragihand ku hin hêzên nû ji bo piştgiriya wan di şerê dijî Daişê de li Reqayê, tevlî wan bûne û yek ji wan hêzan jî, hêza jinên Şengalê ye.
Ragihandina HSDê duh yekşemê got ku nêzîkî hezar şervanan tevlî eniyên şerê bûne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got ku şervanên HSDê bazara el-Hal dorpêç kiriye û paşê kariye kontrol bike.