Di daxuyaniyekê de ku îro 4\4\2017 ji aliyê Femandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel ve hat belavkirin, tê de hat ragihandin ku hêzên YPG’ê pabendiya xwe ya sincî û mirovî bi Roja Navnetwî ya Geşedana Bi Metirsiya Mayînanve didin nîşandan.Ev jî beşeke ji daxuyaniyê:
“Bi boneya Roja Navnetwî ya Geşedana Bi Metirsiya Mayînan, ku Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li ser bingehê biryara 60/97 ya di dîroka 8’ê Berfanbara 2005’an de çesipand ku 4’ê Nîsana her salê bibe Roja Navnetwî ya Geşedana Bi Metirsiya Mayînan û alîkariya vê yekê bi şêweyekî fermî bike, em jî li Yekîneyên Parastina Gel û Jinê, pabendiya xwe ya sincî û mirovî bi vê biryara navnetewî ve didin nîşandan, û hemî biryarên girêdayî wê.”
Di naveroka daxuyaniyê de hat tekezkirin ku hêzên YPG’ê ji destpêka şerê li herêmê bi hemî karîn û bizava xwe derdorê paqij dike ji mayîn û teqemeniyan.Her wiha Fermandariya YPG’ê bang li hemî rêxistinên navnetewî kir ji bo dana alîkariyan ji bo paqijkirina tevaya heremê ji metirsiya mayînan.