Berdevka Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê Cîhan Şêx Ehmed berdewamiya helmetê ji bo rizgarkirina Tebga û Bendava Feratê tekez kir.
Der barê daketana leşkerî jî Şêx Ehmed got ku ev heye 4 roj di ser ve çûne, û hêzên ku tevlî vê yekê bûne hîn bi pêş dikevin ji milê rojava û başûrê Tebgayê ve da ku bajar dorpêç bikin, her wiha got ku bi tenê 6 km mane da bigihên Firokxaneya Tebgayê.