Dr.Şiyar Slêman
Saziyên civaka sivîl , bi wateya xwe ya giştî ewe avakirina rêxistinên bê layen û profeşyonal , çi di warê zanistî, civakî, pîşekarî an jî toreyî û ramangîrî de be .
Kesên pispor di wan babetên bûrî de ,bi rengekî rêxistî têkilî hev dibin bi mebesta sûdewergirtina ji tiwan û karîna her endamekî ji endaman.

Ramana çêkirina van saziyan ne nû ye , ji hezarên salan de ,civakzan û ramangîran giringiya vî karî ronî kirine û bingehên wê di civaka xwe de danîne .
Pîtolzanê Girîkî Eflaton , raman û hizr û boçûnên xwe li ser civakê û pêşxistina wê di riya babetê xwe yê bi navûdeng (bajarê sayedar) re diyar dike , ku di wî bajarê amajepêdayî de , her kesek ji civakê ji piçûkaniya wî de , derfet jê re têne dan , da ku karînên xwe di warê ku ew jê hez dike pêş bixîne .
Dawî ew kesên ku bighên pileyên bilind di pisporiya xwe de , wê rêvebirya civakê bikin ,her yek di warê pîşekariya xwe de.
Hêjayî bi bîrhatinê ye , ku pîtolzanê binavûdeng Soqratis , bû cangoriyê ramanên xwe yên di vî babetî de .
Dema ku dadgeha gel bi piraniya endaman sezaya canbirînê lê birîn .
Ji ber ku nerîna piraniya gel di wê demê de , li gor zagonên dîmoqrasiyê, di ser hemî desthilatan re bû .
Soqratis hate jehirdan ji ber dijîtiya wî ji dîmoqrasiyê re , çimkî dîmoqrasî nerînên ne durist bi ser dixe dema piranî netêgihiştî bin .
Eger em van pîvanên bûrî li ser civaka xwe ya kurdî bikar bînin ,emê bibînin ku çawa ew rijêma dîmoqrasî , ya ku li rex hin gelan ji berî zayînê de , wek ramanin paşketî dihatin dîtin , me hîn elfebeya wê bi duristî nasnekirye , û avakirina saziyan , nemaze yên civaka sivîl , dûrî pîvanên avakirina saziya ne di welatên pêşketî de .
Dema em yekîtiyek rewşenbîran ava dikin,wek nimûne , herkes amade dibe ji bilî rewşenbîran , eger rewşenbîr amadebin jî , rajeya wan ya herî kême .
Ev diyarde dubare dibe , di avakirina piraniya saziyên civaka sivîl de ,çi yên jinê bin, çi yên pîşekaryê bin, pêkhatîbûna endaman nayê berçav bi qasî ku bercewendiyên partîtî û kesanî yên teng tên berçavgirtin .
Di encamê de civaka sivîl perçe dibe , bi navê yekîtî û sendîkeyan , em dibînin ku li şûna ku beşek ji mirovan , di warekî de kardikin , bibin yek , bêhtir ew kes ji ber hev dikevin û karînên wan belav dibin û karên tekateka , lawaz dimînin .
Bercewendiyên teng têne pêş , û yên kurdî yên bilind li paş dimînin .
Di encamê de , civak paş dikeve û zana û pispor dûrî van saziyên neberbihev dikevin , keysbaz nêzîk dibin , ji lewra kar bi şêweyekî çewt rêve diçin , civak herûher wek mirovekî nesax dimîne , rojê endamek ji laşê wî têşe , û pirê caran laş tevde têşe , çimkî her saziyek endamek ji hebûna niştiman e .
Hêmanê sereke di avakirina saziyan de mirove , dema endam li ser bingehin rasteqîne bêne helbijartin , ew sazî dê çalak be , têkilya saziyên çalak , laşekî bi hêz ji welat re ava dike , lê dema ku saziyek di welatekî de lawaz be , ew welat dibe wek mirovekî nexweş û kêm endam , bê goman ew kes wê temenkurt be .

Ji bo avakirina welatekî pêşketî , pêwîste her kes cihê xwe yê guncayî bigre , em wek gelê kurd ji miletên dinyayê bi tevayî bêtr hewcedarî saziyên birêkûpêk in , ji ber ku bindestiyê em di gelek waran de lipaş hiştine . erke li ser milê me, ku her yek cihê xwe yê gunca yî bigre ,da welatekî li gor asta hêviyan ava bibe .