“Gava em gotarên rewşenbîrên Erebên şofînist dixwînin, em dibînin çi ar ketiye pênûsa wan e. Ew dixwazin hinek rewşenbîrên Kurd berve xwe bibin, ji bo bi alîkariya wan belkî karibin miletê Kurd dijî Rêvebirya Xweser rakin, û hilweşînin“
Salih Bozan
Bêguman doza kurdî li Suriyê gihîştiye qunaxek nû. Di vê qonaxê de pêşeroja kurdan li ber biryareke dîrokî ye. Ev biryara berî gişkan bi Kurdan de girêdaye. Bingeha vê biryarê ava bûye. Kurd hîro xudan hêzeke leşkerî ne. Hêzeke gelên cihanê giş rêzê jê re digire. Ev hêza têkiliyên xwe yên tevkarî, hevkarî bi dewletên wek Emerîka û Rûsiya re hene. Rêvberiyeke Kurdan a xweserî heye. Çendîn çewtiyên vê rêberiyê hene û pir in jî, çendîn zilm û pêlekirina zagonan heye, çendîn di bin desthilatiya partiya PYD tenê de ye, çendîn û çendîn…, lê çawa be, ew desthilatiya Kurdan e. Di xewnan de Kurd nedigîştin rewşeke weha. A hîro ev giş li ser xaka Kurdan a dîrokî ye. Dijmin berî dostan vê rastiyê dibînin, û di hundirê xwe de diqijqije. Çi şofênist in Ereb, çi yên TiRk, çi hêzên islamî yên fundamîst, ev giş hîro di argûnên xwe de dikuzirine.
Gerek hemû Kurdên Kurdistana Suriyê hîro ji xwe bipirsin: Gelo çima mixalefeta Suriyê, Çima hemû şofînîstên Areb, viqas êrîşe kurdan dikin? Çima Kurdan bi cûdaxwaziyê û bi Izrayîla duyem binav dikin?
Ew giş dizanin ku partiyên kurdî yên Suriyê ti carî cûdatî ji Suriyê nedixwestin. Û partiya PYD ne bi idiyolojiya xwe, ne bi siyaseta xwe, û ne bi karê xwe yê li ser zemîn qala veqetandina ji Suriyê dike. Vê partiyê Kurd, gelek Ereb, Siryan, Aşûrî, û Tirkmen hanîn cem hev, û hêzeke hevbeş ya îdarî û leşkerî ji wan ava kir. Vê partiyê ew dîwarê ku natsiyonalîstên Ereb di navbera Kurdan û Ereban de lêkiribû bele bele hildiweşîne. Ev partiya dixweze miletên Bakurî Suriyê bike yek. De çima hîro ev şofînistên Ereb di kesayeta PYD de viqas bi hêrs êrîşe Kurdan dikin?
Ravakirina vê dozê ne dijwar e.
Li bakurî Suriyê Ereb bi sê parçan bûne. Hinek bi rêjîma Suriyê re ne, hinek bi “DAIŞ” re ne, û hinek jî bi Kurdan re ne. Ên bi Kurdan re, ew tenê demokratiyê, azadiyê, wekheviyê, û jiyana hevbeş bi kurdan re qebûl dikin. Evana hîro li cem mixalifeta Suriyê xayîn in. Lê ên bi “DAIŞ” û bi rêjîma Suriyê re ew Erebên wan in.
Ev şofînîstên Ereb dizanin ku ENKS hêzeke lawaz e li ser zemîn. Weke ku rêjîma Suriyê pênce salî hesabê hemû partiyên kurdî nedikir, û bi dizî ev partiyana bi pêçiyên xwe de grêdabû, hîro mixalifeta Suriyê jî weha difikire. Gerek ew jî Kurdan bi pêçiyên xwe de girê de. Mixalifeta Suriyê hesabî “ENKS” nake. Ji ber ku dizane sibe hikumeteke Suriyê nû ku ava bibe, wê ENKS bavêje ber pûş. Û ENKS nikare tiştekî bike. Wê partiyên ENKS û yên dervayî ENKES vegerin karê xwe yê berê, karê gazincên pîran bikin. Ama bi PYD re, bi YPG û YPJ re mixalifeta Suriyê nikare weha bike. Sedî bîst ji coxrafiya Suriyê di bin destê Rêveriya Xweser de ye. Dewletên mezin aşkere dibêjin, bê hebûna Kurdan di goftogoya çareserkirina kirîza Suriyê de ev kirîza çareser nabe. Dewletên biyanî ew Kurdên di mixalefta Suriyê de nahesibînin ku Kurdan temsîl dikin.
Gava em gotarên rewşenbîrên Erebên şofînist dixwînin, em dibînin çi ar ketiye pênûsa wan e. Ew dixwazin hinek rewşenbîrên Kurd berve xwe bibin, ji bo bi alîkariya wan belkî karibin miletê Kurd dijî Rêvebirya Xweser rakin, û hilweşînin. Ew weha dikin ji bo mafê Kurdan ji nav pêçiyên wan dernekeve. A sibe ku kirîza Suriyê bi rêjîmê re çareser bikin, wê çaxê dê çend kirtik hestî çekin pêş Kurdan, û bira ji xwe re li ber dîwaran bikujin.
Di vê qonaxa Dîrokî de, karekî pêwîst li ber hemû Kurdên Kurdistana Suriyê heye. Mebesta min nêrînên xwe giş li ser mafên gelê Kurd ên bingehîn bikin yek. Armanca di vî warî de ew e, ku mafên gelê Kurd ê Suriyê di dokomentên çareserkirina kirîza Suriyê de bi cih bibe. Ev dokomêntana gellek girîng in. Ji ber ku îmzeya dewletên mezin dê li ser hebe. Ama rexneyên me yên dijî PYD, dijî esayîşan, dijî Rêveberiya Xweser, û rexneyên me yên din ên navxweyî de, em ê çîşkî niha paş de bihêlînin. Bêguman piraniya van rexneyan rast in û di cih de ne, û ku ev çewteyana tinebûna, dê Kurd hîro hêzdartir bûne. Lê hemû tişt gor xewnên me nabe. Çiqas serîyên rêvebirên PYD hişk bin, ew ne dayîm in. Ji ber ku dijî zagonên jiyanê ne.
Ku Kurd mafên xwe yên bingehîn di vê derfeta dîrokî de bistînin, dê ew dayîm bimîne. Li ser vî mafî, civat kurdî di pêşerojê de dê were guhartin, û bi xwe re mejiyê mirovên Kurd jî biguhêre. Civatên zindî tim xwe ji çewtiyên lîderên xwe yên dîrokî, girûp û partiyan, xwe dişo. Weha şaristaniya civatên ewropî ji me re dibêje.
Ev gotar di hejmara”51″an de ya rojnameya Bûyerpress de hatiye weşandin 1.10.2016