Taybet “Bûyerpress”
Keça Kurd “Wesen Ismaîl” ku ji gundê “Farqînê” yê girêdayî “Xizna”ye nedizanîbû ku ew strana “Dadê Dadê” a ji xwe re berî pênc salan li malê û di riya Mobaylê re tomar kiribû wê bibe sedema hunermend û derhêner lê bigerin û herweha bibe sedema navdariya wê di warê hunerê de.
Wesen yan “Wesenê” wek ku ew dixwaze were naskirin ji rojnameya Bûyerpress re wisa got:” piştî tomarkirina wê stranê, gelek derhêner, hunermend, û berhemdêrên filman li ser Enternet û Youtubê li min geryan. Destpêka min di warê lîstikvaniyê de ji rêzefilmê “Jan” yê kurdî, bi lîstikvan Berdan Mardînîn re, bi navê “Nayle” bû. Û duyem kar di rêzefilmê ” Kördüğüm” yê Tirkî, û bikesayeta jineke Sûrî bi navê “Nûr Sema” bû. Lê rêzefilmê sêyemîn bi navê ” Cesur yürek” bû, ew jî bi Tirkî ye, û kesayeta min tê de jinek Sûrî me bi navê “Fatima”, ew jî wê nêzîk li ser kenala Show Tv were weşandin”.
Derbarê filmên ku hunermend Wesen di wan de beşdar bûye dibêje:” Ez tenê di filmê “Girêk” de bi navê “Asmîn” beşdar bûme, û derhênerê wî filmî jî Mihemed Elî Baran bû. filmek dî bi zimanê Erebî li ser jiyana xelkê Sûrî heye, ew jî amadekirin jê re li Istenbolê dibe.” Di dawî hunermend Wesen diyar kir ku niha du stranan tomar dike, yek bi zimanê Kurdî(Soranî) û yek bi zimanê Hindî, û her du stran jî wê “vîdyo klîpên” wan hebin.