Di roja çarşembê 22-7-2015-an de, demjimêr yekê nîvroj, li bajarê Hesekê- Gundê Miftî Endamê Yekîtiya Nivîskarên kurd- Sûriya û endamê komîta rêvebir ya şaxê Hesekê Nivîskarê kurd Ebdilhekîm Beşîr Xidir, yê tê naskirin bi navê (Hekîmê Revê), ji aliyê Asayîşan ve hate binçavkirin û ber bi devereke nediyar ve birin. Di 27-7-2015-an de, Asayîşên giştî daxuyaniyek belav kir û tê de girtî; bi (piştgiriya çeteyên çekdar û piştgiriya derbasbûna pêşmergên Rojava) tuhmetbar kir.
Em yekîtiya Nivîskarên kurd–Sûriya vê şêweya binçavkirinê û tuhmeta ku, bi hevalkarê me hatiye vekirin ne rast û durist dibînin ….Em ji aliyên berpirsiyar dixwazin, ku aninha hevalkarê me azad berdin. Çiku ev kiryar dijî dîmoqrasî û mafên mirovan e û bi tu awayî xizmeta doza kurdî û berjewendiya gelê kurd nakin.
Yekîtiya Nivîskarên kurd- Sûriya
28-7-2015