Hêzên Parastina Cewherî li Taxa Salihiyê 4 çekdarên DAIŞ`ê ku di bin navê koçberiyê de debasî taxê bibûn girtin.
Piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên DAIŞ`ê rûdane, bi hezaran koçberên taxên başûrê Hesekê berê xwe dan taxên di bin parastina hêzên YPG/YPJ’ê û Asayîşê de.
4 çekdarên DAIŞ`ê dixwestin ku di nava koçberan de derbasî Taxa Salihiyê bibin Hêzên Parastina Cewherî ew 4 çekdarên DAIŞ`ê girtin.
Li gorî agahiyên ji endamên hêzên parstina cewherî , 3 çekdarên DAIŞ`ê di malekê de xwe bi cih kiirbûn û yek ji wan di çerxerêya di navbera taxa Salihiyê û Ezîziyê xwe bi cih kiribûn hatin girtin ku Hêzên Parastina Cewherî ew bi saxî girtin û radestî Hêzên Asayîşê kirin.
Endamê Hêzên Parstina Cewherî Ehemd Rakan Elî destnîşan kirin ku li ser çeteyan belgeyên hatin girtin.
Xendan