Nivîs û lêkolînên Rohat Alakom ên li ser ermeniyan di kitêbeke bi navê “1915 Komkujiya Ermeniyan” hatin komkirin û di nav weşanên Avesta de çap bûn.
Sala 1915an saleke reş e ji bo ermeniyan. Ji milyonekê zêdetir ermenî ji erdên xwe hatin bi dûrxistin û bi darê zorê Anadoliyê hatin derxistin. Bi hezaran hatin kuştin, di rê û çolan de mirin. Koka wan li Anadoliyê hate birînê.
Îro tê gotin di komkujiya ermeniyan de dewleta osmaniyan sucdar e. Hezên dewletê, hêzên fermî ev plan biriye serî û derbasî pratîkê kiriye.
Berevajî tirkan kurd, bi vê dîrokê re rûbirû dibin.
Rohat Alakom di vê xebata xwe de çend rûpelên cihê ji wê dîroka tarî, çend bûyerên balkêş ji wan salên êşê radixe ber çavan.
Rûdaw