BÛYERPRESS
Desteya tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 63 kesên din li herêmên Bakurê Sûriyê bi vayrosa Koronayê ketine,2 rewşên li Dêrikî ku giran bûn canê xwe ji dest dan.
Dr.Ciwan Mistefa hevserokê desteyê da zanîn ku bi peydabûna van rewşan re hejmara giştî ya pêktiyan li Bakurê Sûriyê dibe 966 kes,309 kes rehet bûne,48 kesên din ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dane.