BÛYERPRESS
Seydayê Keleş ( Mele Hisênê Bizgûrî ) di sala 1930’î de li gundê Bigûrê yê Mêrdînê ji dayik bûye.
Di 6 saliya temenê xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî jî binxet dibe.
Di temenê 10 salî de, dest bi xwendina dînî kiriye.
Di sala 1945’an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina kurdî kiriye,danûstandinên wî bi rewşenbîrên wê demê re çêdibin weke Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj re,her wiha bi wan re dest bi hunandina helbestê dike…
Ji ber ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn;
Seydayê Keleş xwedî 8 dîwanên helbesta ye.
Wî herweha di çapemeniya kurdî de komek ji meqalên wêjeyî nivîsandine
Seydayê Keleş 18 hizêrana sala 2007’an li bajarê Qamişloyê koça dawî kir.