BÛYERPRESS
Di çarçoveya destpêşxeriya fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdê de Şanderê Emrîkî bo Sûriyê Wîlyam Robak li gel hejmareke serkirdeyên partiyên siyasî yên kurdî civiya.
Wezareta derve ya Emrîkayê li pêşinyarên partiyên siyasî yên ji bo serxistina vê destpêşxeriyê guhdar kir.
Serkirdeyên ku Robak li gel wan civiya :
Miheydîn Şêx Alî serkreterê partiya El-Wihdê demokratîk kurdî li Sûriyê
Salih Gedo sekreterê partiya çepî demokratîk kurdî li Sûriyê
Nisredîn Ibrahîm Sekreterê partiya demokratîk ya kurdî li Sûriyê ( El Partî )
Fewizî Şingalî sekreterê partiya rêkeftin ya demokratîk kurdî li Sûriyê
Emced Osman endamê desteya cîbicîkar ya tevgera çaksazî li Sûriyê
Mihemedê Mûsê sekreterê partiya çepî kurdî – Sûriya
Cemal Şêx Baqî sekreterê partiya demokratîk kurdî – Sûrî PDKS
her wiha Ehmed Silêman endamê desteya cîbicîkar yê partiya pêşveru kurdî li Sûriyê
Çav li rêye ku Robak li gel çend partiyên din yên kurdî bicive,di demên pêş de