Bûyerpress
Odeya Operasyonên Hêrsa Zeytûnê encamnameya çalakiyên xwe yên du mehên derbasbûyî li Efrîn û Idlibê eşkere kir, tê de ragihandiye ku di encama 26 çalakiyan de, 50 çekdarên rikberiyê û 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Hêrsa Zeytûnê di encamnameya xwe de her wiha daye zanîn ku di encama çalakiyên şervanên wê de, 43 çekdar jî birîndar bûne.