Bûyerpress
Sibeha duh duşemê li Qada Kawa ya bajarê Efrînê, bi sedema nakokiyên li ser dabeşkirina talan û diziyê, di navbera du komikên çekdar de şer û pevçûn qewimîn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku şerê di navbera her du komikan de li ser desteserkirina xaniyekî bajarê Efrînê bû, Rewnagehê her wiha got ku şerê wan bi dirêjahiya çend seetan dom kir, hetanî ku hêzên dagirkeriya Tirkiyê ketin navbeyna wan.