Bûyerpress
Helbestvan Mehmûd Badilî di sala 1973’yê de li gundewarê Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Qonaxên xwendina xwe ya destpêkê li dibistanên deverê diqedîne, paşê li Şama paytext derbasî Kulêja Perwerdehî dibe û lîsans û dîploma xwe li wir disitîne.
Mehmûd Badilî di temenekî biçûk de dest bi nivîsîna helbestê kiriye. Hêj di destpêka qonaxên xwendinê de bû, biryara hilgirtina pênûsê da û hetanî îroj berdewam e.
Ne tenê ji milên hunerî û teknîkî ve, lê belê ji aliyê tablo û wêneyan jî ve nûjeniyekê li helbesta xwe bar dike. Bi vê yekê reng û çêjeke xwe ya taybet afirandiye.
Mehmûd Badilê xudanê du dîwanên helbestan e û bi dehan ji gotarên kurdî û erebî di rojname û kovaran de weşandine.
Pêl
Pêsîr im
Li ser sînga deryayê
Tilîyên bahozê
Bi min dilîzin
Digernijim.
Lingê xwe radidim
Nav rihinê peravê
Digermijim,
gur dibim.
Di guhê zinaran de
Stirana lehîyê dirêsim
û. . .
Çîroka Keştîya Nûh
Jiber zimanê Cûdî digirim
Ji zarokan re dixwînim.
Bombe
Li vê derê…
li wir,
Ji dûr,
ji nêzîk
Dema bombeyek diteqe
Hezarên bombeyan …
Di kûrbûna dilê min de
diteqin
Bêdengîya giyan kirêt dikin.
Wiha …
Narîna dûmanê
Disûrike damarê aso,
Jiyan
Girî û jan vedirşe
Dilerizim
Li ber pêlên xwelîyê
Bêhna asîdê difûre
Şilêr diponije
Kurm û kêz
Kişweran ava dikin
Di hinavê daran de.
Zemîn
Di taya darbesta xwe de
Neqilîskan dihejmêre.
Tajanê bahozê
Li her alîyan
Dêmê berbangê maç dike,
û dengê bombeyan
Di guhê min deye
Gêj dibim,
Digevcilim . . .
Çawa şîrava xwêdana me
dibe
bombe
Û
bi me de
diteqe.
Dar
Bi rehên te: dara min,
min aso çand
li her deverê
pê re stûna xewnên xwe,
li ser devê rêyan
min kevir kirin bendewar.
Bi pelên te: dara min,
min şilfîya ba veşart
wiha …
di xewna
bayekî kesk de me
bejna rojên xwe
pê girêdim.
Bandeva hêvîyê
Xwedê bi çarpêya diçe
di çavê “Meryemê” de
û ez…
Mîna pêxemberekî xaçkirî
Hîn serxweşê
Wê maça bi tenê me
Dema em pêrgî hev bûn
di himêza sîya darê de.
Tav paldayî bû
Li ser bandeva hêvîyên me,
Bêhna me peywan dikir.
Sirûş hildiperikî sînga aso
Girêz bi devê asîman diket,
Ewr ji hev vedikişiyan,
Li navkutka xwe
Dilukumîn.
Qîrîna zarokên penaber
Li kolanên xwedê,
Li dora me
Çerefîtk didan.
Dengê gulfiroşekî dihat
Pê re firefira nava dilê “Argîlan”
Veciniqî maç
Veciniqî xewn
Ser lêvê taweşîyê.
-Fermo ke…
ev gul ji bo teye
-Du gulên sor bide min
-Tu bi tenê yî !?
-Na..ez li hêvîya çana hêvîyê me
nuha qîsara evîna me ê lê bide
-Xwedê bi we re be
-Xwedê me nabîne
û dema ku me dibîne
xwe vedişêre
di kincê moranê de.
Erê gulfiroşo
Yara min
Qeşeng e
Lewra cîhan bi tevayî,
Tev Xwedê ..!
Serxweşê
Hilma wê ne
Û ez
wendayê
navê wê me.
Sîng
1
Sînga xwe berde,
Berde ji wan berbendikan
Kêlîkê tenê berde
Ta ku destê bayê azadîyê
û çiçikên te
bi hev re bilîzin.
2
Sînga xwe berde,
De bera pinpinîk
Li asoya wan bifirin
û zarokên rewal
Ser bêhna wan
Razên û şiyar bin.
Kêlîkê tenê berde
Ta ku stêrkên rengenaz
Tev pakrewanê avdarê
Di bin sîbera wan de bilîsin.
3
Sînga xwe berde,
Berde ji nermbayê sipîdeyê re
Ji xewek şêrîn re
Ji stiranek naz re
Aso tî ye: Xanima min
û bahoza çaxê dev jihev e
Ê ta kengî?
Em ê bi kurkê şevê
Kulên dilê xwe binuxumînin.
4
Sînga xwe berde,
Kezeba ewran dişewite
Qitikên beyaran derbeder in
Li her warî…
Li wêranê dil
Hîn nêcîrvanê xewnan
Xefkê jarîyê vedidin
Û şîlaqa çavê xwelîyê dirêsin.
5
Sînga xwe berde,
Bera kelkela pêsîrên eşqê
Tîrêjan bipejilînin
Liyanên dilînîyê
Li qeşaya her canî
Bihêwirin.
6
Sînga xwe berde,
Çi li gundan
Çi li bajaran
Li her kuçeyên gerdûnê.
Dibe
ku ronahî biherike
Lêvên tarîtîyê
Bi sîya xwe ve
Daliqin.
Dîwarên eşkencîyê
Perçe perçe biherifin.
Çirîskên çiçikan
Ji toza awirên riziyayî
Bên vemaliştin.
Çirîskên sibehî
hûr…hûr
Dawerivin paxila bendewarîyê.
Li ser
Stiranek
Xweş
Vehêsin.
7
Sînga xwe berde,
Berde dilê kolanan
Kolanên me
Xemgîn in
Xopanê bajaran
Kêfa xwe
Bi kar tînin.
Kolanên jar
û (. . . . . . .),
Qirêja
Pêlavan
Dialêsin.
Zemîn
Çiqasî tu dilovan î
Qeşengîya me
Bêhna axa te ye
Çiqasî tu mehder e.
Em
Mêjokê pêsîrên te ne.
Erê zemîn…
Wiha
Em pê li rûmeta te dikin
Tu jî,
Binê lingên me
Maç dikî…!!
Tewşîya Çaxê
Çem,
Nerxê çaxê dinasî,
Loma her kêlîkê
Zirav… zirav
Fireh… fireh
Ji serî ta binî
Xwe diguhere.
Tîrêjên ronahîyê
Nimêj dikin
Ji hêza tavê re.
Heyv ji çelengîya xwe
Hez dike,
Em jî koletîyê dikin
Ji pendên ku rist bûne
Li rûçikên dema berê.
Deryaya azarên xwe,
Bi kopalê koran qam dikin.
Em ji xwe,
Ji hev bazdidin
Pêlavên qetiyayî dihejmêrin
Tev kêlên bênav
Li ser girê zêr û paxiran.
Gelek caran
Sipîbûn tevleşî
Can û laşê me dibe,
Ne me dirêse
Ne carekê
Em wê dirêsin.
Hêrsa me ji çoga xwe dinale,
Dema em xwe hildigirin
Buxçik dirûxe
Dîs,
Em vedigerin paş.
Kaş,
Gewdê me dike palgeh
wiha…
Sermestî dilîze
Di kezeba pêkên me de.
Li ĥerrîya şevan diçerixin
Li pey mêyîtîya rewrewkê dibezin.
Kêra demê
Ser stûyê berbangê
Û katjimêr
Qevda dest gez dike,
Pêçî
Dirapelikin movikên ba,
Mij regezên laş dorpêç dike,
Rojnameya dardakirî
Bi dîwarê bêdengîyê ve
Dikuxe..
Dipeke..
Hildiweşe,
Kaxez
Kaxez
Jimar bi jimar
Roj li pey rojê
Di himêza jarîyê de
Diqijqije
Ji bîr dibe.
Hêsirê pendan digindirin
Ser dêmê heymanê.
Baweşkên çilapekên baranê
Enîya sipîdeyê radimûsin.
Şevnem hildipişke
Gulîyên genim
Tev kulîlkên kundir
Dipelmişin.
Newal sînga xwe vedike
Ji koma zixuran re
Zixur bela dibin
Dipengizin çavê tarîyê.
Rojname sergêj e,
Xulik serxweş e bi xulikê
Di sînga hûrdemê de,
Zemberek destê xwe
Dirêj dike navrana wê,
Buxçeya me dilewlije.
Dîs bobelat
Dîs dilêşî…
Sûrikî hinavê hiziran.
Serdem
Bi kindira bayê bertavan ve
Xwe dadiliqîne.
Û tewşî
Hîn hilperkê
Kedî dike,
Ji bîrî jî
Di dilê me de
Nalîse…
Nalîse.
Axa Rengenaz
1
Eya axa rengenaz,
Bo me
Te asîmanek bilind nekir,
Birûsk û tav
Jê neweşand,
Baranek bêreng
Ji mijankê ewran
Li dêmê jarîya me
Nebarand,
Te rêka kadizê
Lê wêne nekir,
Te ne stêrek
Ji toza awirên me
Lê nexişand.
2
Eya axa germijandî
Bo me,
Te zemînek neafirand,
Xêzên sînoran
Lê rast nekir,
Nexşeya welatekî
Li ser nejenand.
3
Eya axa dilovan…
Bo me,
Te welatek ava nekir,
Ne yeksanî
Lê neherifand.
Te birçîyek bi rê nekir
Yan rêwîyek,
Daxwaza wî nelorand.
Te dilek kedî nekir,
Ne canek, ne kezebek
Hêvîyek cî bi cî nekir,
Derûna me
Nexemiland.
4
Eya axa sar û zuha
Bo me,
Ji agirê Newroza me
Te gerdûnek neçirisand
Te asîmanek nemeyand
Bexçakî keskesor
Lê neçizirand
Xwedanekî dadmend
Lê bi cî nekir
Ku jê re bibe peywan.
Te agirek lê daneda
Newroza me,
Te şa nekir.
Lê te dikarîbû
Xewna dûşîze bi dar ve kiriba
Notika giyanê me
Te qurmiçand.
Gurzek Ja
Dilbera min
Ji min nexeyide,
Dema
Êş
û
Janên
Welatê xwe
Di keskbûna
Çavên te de
Dimeyînim .
Dilbera min
Ji min nexeyide,
Dema pesnê te didim
Ji dêmên welatê xwe
Peyvên xwe keşxe dikim
Û nexşên tara bûkanîyê
Ji berfa
Çiyayên
Welatê xwe didizim
Ta ku li bejna te girêbidim,
Rewşa te
Dixemilînim.
Dilbera min
Ji min nexeyide,
Dema dibim rêweng
Û diçim welatê biyanîyê
Bi gelek keçikan re
Didim û distînim.
Ji min nexeyide
Gava diçim seyranan
Dixum û vedixum
Weke dînan dilîzim
Û bi surperîyên sergûnê re
Li kêlekên rêyan
Li nava kolanan
Di hindirê dikanan de
Li peravê deryayan
Li ser firavînê
Bi paşîvan re
Li
Ser
Textê narvînê
LÎBÎDO bi kar tînim .
Ji min nexeyide,
Ku her tiştî ji bîr dikim
Xwe ji xwe
Hew nas dikim
Tenê
Bêhrîya
Welat dikim
Bêhrîya
Kulîlkên
Bexça dikim,
Diguvêşim
Axa mişextîyê
Bîranînan dilorînim .
Dilbera min
Ji min nexeyide,
Dema pesnê çelengîya te didim,
Deşt û newalên welatê min
Tev gelî û dar û zevîyan
Çem û cobar û kanîyan
Bandev û çol û çiyan
Nîgaşên min direvînin,
Bi guhên wana dibihîzim
Bi pozê wana hilm dikim.
Xweşikbûna te, dilberê
Di azadîya welatê xwe de
Bîn dikim û dibînim.
Ji min nexeyide,
Dema jehên xirecirê
Li meydanan saz dikim
Ji bo serwerîyê
Xwe dişewitînim
Û terafa xwe
Bi xwîna gulan
Vedijînim.
Dilbera min
Ji min nexeyide,
Neşêm wek dil dixwaze
Hestê evîna xwe
Tev bişkojên jarîya xwe
Li ber destê te raxînim
Derd û êşên welat
Nahêlin
Carekê bi te re rûnim.
Û dizîyên pîroz
Ku heşkere
Li bajarên me dibin,
Terr û hişk tevlaş kirin.
Û bi kêrên talanê
Kezeba berbangê
Diqelêşin.
Qamîşên keskesor
Ji kokê ve
Dibirrin û diqurmiçînin.
Mixabin lê lê,
Ev tiştên ku dibin
Nahêlin
Carekê te biramûsim
Di himêza arê hezkirina xwe De
Te vejînim,
Û di himêza te de
Bipelçiqim
Sermest bimînim.
Belku em bibin canek
Her gavê
Vê xewnê dibînim.
Dîs nexeyide,
Ez ê toza
Vî canê şeyda û jar
Li rûçikên welatê xwe
Biweşînim
Biweşînim
Biweşînim.
Gir
Westiyam….
Çogê min pûç bûn
Di bin vê valahîyê de.
Qorê goran
Li ser mijankê min
Sema dikin,
Valahî çavê min dadigire,
Çavê min valahîyê
Di reşika xwe de vala dike,
Pincarê hestê min dinale
Li ser stirana
Gorên bêkêl
Pê re tembûra
Pêlên keserê
Di çavê min de
Şevbuhêrkan dimeyîne
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatine weşandin. 2018.3.15