Bûyerpress
Evdo Şêxo: Di sala 1987’ê de li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Xwendekarê Mafnasîyê yê Zanîngeha Şamê ye. Ji sala 2010’ê ve dest bi karê wergerê kiriye û heta nuha heft berhem ji Erebîyê wergerandine Kurdîyê.
Sernivîskarê beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê ya çandî ye û her weha yek ji damezrînerên Projeya HINARê ya Çandî bû. Nuha li Qamişloyê dijî û bi karûbarên çandî mijûl dibe.
Ji bilî her heft wergerên wî, tenê berhemeke wî ya nivîsên pexşanî bi navê “Boxeyê Birîvayê” heye.
Pêşangeha Çekan
Gule:
Tijî nifir im. Min bejnek anî xwarê.
Dema agir û barûd têne pêşberî hev.
Dema bêhna barûdê dikeve pozê zikreşîyê; daraz daraza birûska dengê min e.
Nexwe bila her kes di gurimtîyê de biçe.
* * *
Kalaşnîkof:
Rûyê mirinê me.
Navê min ew çend giran e, ji navê jîyanê bêhtir tême nasîn, ji navê merivantîyê bêhtir tême bilêvkirin.
Li jêr tîrêjên tava Tebaxî, kela min radibe, agir bi canê min dikeve; hesin bi sarî dicûm. Mîrata guleyê didim ber nikilê xwe yê dirêjik û jîyanekê didim ber bayê ramûsana dawî.
* * *
Nîşangir:
Teq: Çêja kiloxê kalemêrekî rûgewr fûrîya.
Teq: Naznazokek ji destê bêrîvanekê hilweşîya.
Teq: Xewna nûciwanekî herifî.
* * *
DŞK:
Te got guleyên dendikpola?
Hesin û hesin reqandiye hev.
Qarqara kuştinê esman qul kiriye û gorê guhên xwe li ber bel kirine.
* * *
Tank:
Hirça hesinî bi serê pozê xwe yê hildayî li qelsîyê dinêre.
Toqa şeytên li stûyê bajêr bûye û semaya gurmegurmê digerîne.
Di sahîya jîyanê de, birûska xwe li nehtika hedarîyê dixe.
* * *
Mayîn:
Mirin di zikê erdê de nivistiye.
Mirinê mitêla gîyayê hêşîn kişandiye ser kelaşê xwe yê sar.
Mirin li bende pêyên bêguneh e ku wan biçine.
Mirin li bende seyrana ker û lal e.
Mirin ketiye temarê; jîyanê xirpiş kir; berê spêdeyê gewr bû û govend giran bû.
* * *
Top û Bombe:
Du tacêwîyên xwînsar; ji pincara heman çîyayê bêxêr.
Du hemwarên ku di hundirê hev de kişkişîne, ketine kirasê hev.
Du mişkên heram bi şeytên re kirîvatî danîye.
* * *
Balafira Şer:
Di ser xwe re kesî nabîne; hevrêya Xwedê ye ew.
Di xwe de werimîye û her tişt li jêr wê ne tu tişt e.
Firinkên xwe hildane ber perên esmên û bûye fûrînîya hespê boz.
* * *
Sînor:
Ruhkişîn; ji roja ku tu çêbûyî, lingên me her dem li hafa gorê ne.
Cinyaz
Xwedê kurê newekhevîyê ye.
Heger dadmendî hebûya, dê tu pêdivî bi Xwedê tunebûya.
Ez term im, te go erê?
Geh li hafa rêyê, bêxwedî, beravêtî.
Geh li naverasta mizgeftê, di nava tofana serbilindî û girînê de, li ber pêla qelebalixa dojehîn, li ber lehîya lîlandina ji hinavên hevxwarî derhatiye.
* * *
Ez term im, te go erê?
Geh li jêr daraza guleyê; kela pîşoyê canê min dibişêve.
Geh li ber perên Ava Har; nikarim binax bibim.
* * *
Ez term im, te go erê?
Li ber Birca Belek, gulîyeke bêxwedî ya dareke hilkirî; reh û rîşalên hişkmayî.
Keçeke xama me di sarinceke germ de. Rapêçandî me bi çarşeva spî ya destkarîya yadê. Laş bi têza guleyê germ e, dil bi maşandina dadê sar e: Dayîk li ber hêtê sarincê dilûbîne, ava derdên bêderman di nava qûşxaneya bindestîyê de dikelîne. Dayê! Bêhna xwarina destê te ji dilikê sarincê tê, bêhna apraxên te barûda guleyê dibihujîne. Qey te destên xwe bi hine kiribûn berî pehtinê? Bêhna hineya te cinyazê min dagir kiriye.
* * *
Ez term im, te go erê?
Geh li ber minaroka çarxencerî. Çar şûrên li çar parçeyên laşê min ê sêwî rakişandî. Çar singên di kezeba min de kutayî. Çar kekên bi xencera biratîyê xwînî. Çar çokên li ber bayê kur ê rajêrîyê sistbûyî.
* * *
Ez term im, te go erê?
Geh nûzayeke pitik im. Agir rûyê min vegemirandiye. Mirinê xwe li kelê jîyana min a kurt daye. Awirên dayîkê dadixwim; li ber lasera awirên keserkûr û şikestî, gîyanekî çîz û reben im.
* * *
Ez term im, te go erê?
Çend segên har li raserî cendekê min ê şûtîtazî rawestîyane; awirên xwe yên tolaz kutane nexşeya laş min ê Cizîrî yê ter û bêcan. Roka jixwenebawer a Sibatoka Dîn, xetên zikê min ê gewrîboz dane ber tîrêjên xwe yên şermok; wekî ku awirên rokê bi awirên rokê biterpilin. Bedena bûkeke serbixêlî li jêr sîya destdirêjîya xûynepakîyê.
* * *
Ez term im, te go erê?
Geh sî û çar dilopên ku ji banê çîyayê qaçax niqutîne. Hatine koka min û zikê min ê birçî. Kok li dilê min anîye parîyê bi riswatî. Kok li hêvîyên min danîye. Koka xwezîya heyatê li min hatiye birîn.
* * *
Ez term im, te go erê?
Dayîkeke bi kirasekî gulgulî, bi şareke hur-Kurmancî, di nava gola xwîneke hur-Şirnexî de vegevizandî me. Canê min merhebetî ji jîyanê birîye û gîyan li bende hebûnê spîsax e.
* * *
Ez term im, te go erê?
Li hawirdorê girên Binxetê yên di çala dîroka nepen de werbûyî, li rasta rêya bîrwerîya min a kevzgirtî, ha li jêr temenê min ê tarûmarbûyî, li raserî bejnaferîya welêt; termekî rîhanî yê di xwîneloka temenên tevizî de noqbûyî me, jînenîgarîya min dane ber xêz û çixêzên sorsorikî; termekî soryazî, beybûnî û suryalî me, wekî xewneke ku ji xwe têr nebûye.
* * *
Ez term im, te go erê?
Li ber girê Asûrî, bejna Demhatê govendgêr im, semaya şervanîya çîyê, dîlana qidûmşikestî. Çavên mirinê li dora mêrxasîya min dilalijin.
* * *
Ez term im, te go erê?
Termekî jibîrbûyî li lûtkeya çîyayên seqemgirtî. Agirekî geş im û min xwe li berfê pêçaye. Li ber nazûnûzîya mirinê, tingetinga têlên tembûreke jihişveçûyî tê; dîlaneke bicizbêketî. Ew dîlana saza min e, heftrengîya dengê min e, keftelefta tilîyên min e, erênaya gîyanê min e.
Nav li min kirine mêrxas; Derîyên Dawetîyan bejna min hilnagire.
Mirinê wekî şilfa şûr, canê min ji dinyayayê hilqetandiye.
* * *
Ez term im, te go erê?
Ew termê sêwî; ew termê ku welat li dû xwe kaş kir. Cendek li rasta rêyê, werîsê serdestîyê pehnîya min a bindest bend kiriye û dûpişka hesinî qirêja kolanê bi pakîya min paqij dike.
* * *
Ez term im, te go erê?
Gunehê min ew e ku ez hîn li xewnereşka bindestîyê nebanîyame.
Boxeyê Birîvayê
Hin kes dibêjin jîyê delal û şîrîn. Hin dibêjin jîyana di deryaya hingivekî Şemzînanî de nûqbûyî; wekî helawa Dîlokê şîrîn. Hin dibêjin fena berfedimsa çilê zivistaneke harhare. “Waxxxxx! Çi xweş e ev heyat!” Hin weha diqîrin.
Lê ez Evdile -serekê mêran- min çi dîtiye ku bibêjim?
Min axeke sermest, barûte, tewtewe, eware, bêcir, şûm, serserî û bêbext dît. Min keleyeke nebûyî û herifî dît. Min nalenala axînê dît. Min keserkêşîya janê dît. Min fîxan û feryada hawarê dît. Min qiçîn, kelegermî û pêvedana kambaxîyê dît; min Girê Birîvayê û Deşta Tozê dît.
Ez bûm an çêbûm, ji sînga erda qelaştî pengizîm û ji esmanê bêban pekîyam. Ez bûm an çêbûm, ne bavekî tovê min avêt û ne dayîkekê avika hilkehilkê di zevîyê xwe de hembêz kir; ma ez ê çawa di malzorkekê de hilbêm lê! Ez qerase, telhîn, totirne û malêle. Ez nihîtê mêran, fîtê zilaman, deqê mêran, gayê pîr, dêwê dêwan, pilingê Meman û cencîhe. Ez destgurz, lepşêr û lepmelhêb. Ez pêdêw û pêhirç. Ez bêdev, bêziman û mit. Ez dilşêr. Ez dilzîz, dilbirehm, dilovan û dilhilûk. Ez bûm Boxeyê Birîvayê. Hilkişîyam ser gir, zûrîyam û min kir kastekast mîna guran.
Bihar e û xwezayê qama xwe arastiye; xwe bi xemil û xêzeke hezarrengî xemilandiye. Ez Boxeyê Deqorî -hefadê mêran, min xwe li keleha Silo Begê daye:
[Silo Begê, Xwedê jê hez kir, lawikê jinebîyekê bû; Xwedê teala dema dide yekî, nabêje tu lawê kê yî, tu kî yî, tu çi yî! Xwedê teala emirê wî wilo pê hebû.
Îcar qijle li Nisêbînê çêkir, ode bi qasî rojên salê tê de çêkirin. Xwedê hikim dayê û hikûmetê jê hez kir. Gava ew qijle lê kir, kevir li jor dinecirandin û zilam wekî dîlanê dikirin rêz, yekî dida destê yekî heta ku digiha destê hosta. Îcar boxeyekî wî hebû, wilo qarîşkirî bû, her sibeh derdiket û digot: “Box, box, box… ez boxeyê Silo Begê me, ez qaqibê eşîran im.” Wê demê fezi’/suxre hebû, her rojê hinek dibirin suxreyê, mesele rojekê xelkê Amûdê dibirin, roja din xelkê Deqorîyan dibirin..hwd, yanî suxre jê re hat û ev qesr ji xwe re ava kir. Boxeyê Silo Begê jî her sibeh dikir boxebox û digot: “Ez qaqibê eşîran im, kî hebe bila serê xwe li hemberî min hilde.”
Ev Evdile jî boxe ye. Kalikê Mecîdê Şêxmûskê gotê: “Evdile tu çawa yî? Welehî evê han guhên me qul kirin!” Evdile got: “Bi Xwedê ez birçî me!”
Di dema xwarinê de qerwane dihatin, qerwaneya her birekî xelkê başqe bû; mesele ya xelkê Amûdê başqe bû, a xelkê Tel Hebeşê başqe bû… Îcar wî ji zilamên xwe re got: “Binêrin, dema qerwaneya we hûn xelkê Deqorîyan hat, hûn nexwin, ji Evdile re bihêlin, bila Evdile bixwe.” Dibêjin bi danê sibehê re, elokeke bimast ji wan re anîn, hemûyan got em naxwin bila Evdile bixwe, Evdile xwar, kalikê me Hisênê Elî gotê: “Ha Evdile, çawa bû?” Evdile zikê xwe leqand û got: “Weleh qorzîkek girt!” Yanî ber dilê wî piçekî girt û rabû ser xwe. Evê din hey boxbox jê tê; hema Evdile xwe lê girt -mirov gava ku diberize mirov, ji çavên wî xuya ye; ne wekî zarokên berê gava digotin: “Te noq ji min stand, nizanim te filan tişt li min kir!” Her duyan hev girt, Evdile ew di coka avê de da erdê û gotê: “Her sibeh boxboxa te ye, tu di nav eşîran re diçî û têyî, qey kesekî wekî te tuneye!!” Piştî ew ji ser rakirin, Silo Begê ji Evdile re got: “Tu çi kes î?” Evdile got: “Ez Deqorî me.” Gotê: “Axayê te kî ye?” Got: “Mala Hisênaxa axayên min in.” Rabû Silo Begê axayê Deqorîyan xelat kir û gote Deqorîyan: “Hûn ji vê suxreyê efû. Zilamekî wilo di nav we de heye, hema ji boyî xatirê wî, hûn ji vê suxreyê efû.”]
Havîn e, havîna Deşta Tozê ye. Qiçîna nîvroyê ez wekî ava tirîyekî Midyadî givaştime. Havîn e û ez nû ji devê tava nûhişyar derketime. Zeraqa tavê avêtiye ser xaka me ya dûz lê Binxet hîn dergûşa Birîvayê kil dide. Rojê kirasê şevê çirandiye û êdî dinya wekî dilê dayîka min ron e.
Serdest hatiye ku xezeba xwe li bêxwedîtîya deşta min bibarîne, lê ez Boxeyê serpola- hûtê mêran, min boçika xwe bilind girtiye û wekî horsekî, min zend û bendên Kurdanî vemaliştine. Dikim sînorê xwe li qonaxa guleya hêza xwe deynim.
[Sînor:
Axa hat û got em ê sînorê xwe deynin. Zilaman nanê xwe xwar û rabûn ku sînor deynin.
Axa got: “Divê em tiştekî li ser sînor deynin, divê em sînor bi tiştekî nîşan bidin.”
Kevirekî qerase wekî gomeyekî mezin li ber devê odeyê hebû. Tilîya xwe nîşanî Boxe kir û got: “Hema bila ev zilam rahêje vî kevirî!”
Zilaman got: “Law wê ev zilam çawa rahêje vî kevirî.”
Tan li Boxe ket û got: “Niha ez vî kevirî rakim û li ku deynim, tu yê qebûl bikî?”
Axa lê nêrî ku zilamekî bi tena serê xwe ye, wê çilo rahêje vî kevirî?! Hema gotê:“Erê erê, ez ê qebûl bikim.”
Dibêjin Boxe zend û bendên xwe çemandin û rahişte kevir, li milê xwe kir û çar zilaman da dû wî. Meşîyan û hey meşîyan heta ku rastî Gulîcayê bûn, ji xwe Gulîca jî erdê Birîvayê ye ha!
Dema ku gihan wir, Axê got: “Te di ca min nîyo, ma tu yê bibî ser bênderan?!”
Boxe gotê: “Ma ne te got tu kevir li ku deynî, ez ê sînor bigihînim wir!”]
Sal û zeman derbas bûn, îroj ez ji dem û dewrana xwe ketime; bayê stûxwarîyê her tişt biriye û barana berberîyê her tişt şûştiye. Esmanê şîn bi ser axa min de girt û xewna deşta min li nîvê çolistanekê teqinî.
Heger hat û we Deşta Tozê kir keleh; hûn ê sawera hespê min ê kumêt li fêza girê Birîvayê bibînin; jixwebawer û awirtûj.
Heger hat û we mala min ji hespê bêganeyan kir tewle, dê bejna min were xwarê û hûn ê bibêjin: “Xwezî çavên me birijîyana…”
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatine weşandin. 2018.2.15