Bûyerpress
Piştî 14 demjimêran ji qonaxa dengdanê, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li her sê Herêmên Federaliya Bakurê Sûryayê, bidawîbûna duyemîn pêvajoya hilbijartinan ragihand.
Biryar bû ku demjimêr 8’ê êvarê dengdan bi dawî bibe, lê ji ber hatina dengdêran, bi qasî du demjimêran hilbijartin dirêj bû.
Di hilbijartinên duh Înê de, lîsteya Neteweya Demoqratîk, lîsteya HEVBENDÎ û lîsteya Kesên Serbixwe hebû.