Bûyerpress
Hejar Seyda di 1971’ê de li bajarê Qamişlo çavên xwe li jiyanê vekirine.
Xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Qamişlo diqedîne. Her li bajarê Qamişlo, bawernameya “Bekeloryaya Wêjeyî” disitîne.
Lê ji ber sedemên aborî, êdî dest ji xwendinê berdide. Paşê, tenê bi qasî du mehan li peymangeheke taybet, muzîkê dixwîne.
Hunermend Hejar Seyda ji malbateke Kurdperwer û welatparêz e.
Bavpîrê wî “Cemîlê Seyda”, serleşkerê Şoreşa Şêx Se’îd bû û li ser destên cendirmeyên Tirk, şehîd bûye.
Bavê wî yê bi navê “Mihemedê Cemîlê Seyda”, yekemîn kes e ku nexşeya Rojavayê Kurdistanê çêkiriye.
Hejar Seyda hêj biçûk bû, huner û helbest bala wî dikişînin. Ji vê yekê di zaroktiya xwe de rêya hunerê dişopîne û hetanî aniha berdewam e.
Di roja îroj de, Hejar Seyda xudanê 4 albom û 60 sitranî ye, lê di geşta xwe ya hunerî de pir zor û zehmetî dîtine.
Di vê hevpeyvînê de, jiyan û xebata hunermend Hejar Seyda, binasin…
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
-Hunermend Hejar Seyda, kengî rêya huneriyê şopand û bi çi awayî dest bi geşta xwe ya hunerî kir?
Dema ez zarok bûm, min pir li sitranan guhdarî dikir. Bavê min jî helbestvan bû. Di mala me de bi awayekî berdewam civat çêdibûn û tê de helbest dihatin xwendin.Bandora vê yekê jî gelekî li min bû.
Îcar birayê min jî li defê dixist, lê ne bi awayekî pisporane.
Min jî xwe hînî def û ritmê kir. Dem bihurî û ez di dibistanê de giham refa şeşê.Di wê hingê de pêşbirkeke hunerî li ser asta Parêzgeha Hesekê çêbû û ez tevlî bûm. Li ser asta Parêzgeha Hesekê, hem bi defa xwe, hem jî bi dengê xwe ez kesê yekemîn derketim û min xelat wergirt.
Bi vî awayî, jiyana min a hunerî dest pê bû.
Dixwazim bibêjim ku ez aşiqê tembûrê bûm û min gelek caran bi textik û têlan ji xwe re tembûr çêdikir.
Lê dema ez bûm refa 7’ê, êdî min ji xwe re tembûrek kirî.
Malbata min jî wekî civaka wê demê, li hunerê dinerî wekî ku karê mitirban e. Ji vê yekê dêya min tevlî birayên min digotin ku karê sitranbêjî û sazvaniyê pir şerm e û dixwestin ez wekî mirovekî xwendevan xwe li pêş bixim.
“Birayê min 3 tembûrên min şikandin“
Malbata min li pêş xebata min a hunerî dibû asteng û kelem. Birayê min 3 tembûrên min şikandin. Îcar min nekarîbû li malê bistirêm, ne jî li tembûrê bixim, ji vê yekê ez diçûm mala hevalê xwe Riyad Şero û li wir min xwe li pêş dixist. Bavê min tu caran ji min re nedibû asteng û piştre dema ez hînî sazê û sitranbêjiyê bûm, êdî bavê min pir kêfa xwe dianî.
Tu kesî ez hînî tembûrê nekirim, ez di demeke zû de û bi awayekî jixweber, hîn bûm.
-Di jiyana te ya hunerî de, hunermendekî taybet hebû ku bandor li te kir?
Min pir li Cemal Sadûn û Hikmet Cemîl (Bengîn) guhdarî dikir.
Kêfa min ji wan re dihat û min gelek sitranên Bengîn gotine.
– Yekem alboma te kengê tomar bûye?
Di 1993’yê de min alboma xwe ya pêşî bi navê “Yara Min Kurdistan e” tomar kir.
Tomarkirina vê albomê jî bi alîkariya hunermend “Behaa Şêxo” bû.
Ji beriya salên 90’an jî hewldanên min hebûn, lê ji ber sedemên aborî derfet çênedibû.
Hetanî niha, min 4 albom tomar kirine. Û 60 sitranên min hene.
“Tevahiya sitranên min ji awazên min in, û piraniya wan jî ji gotinên min in. Ne tenê wilê, lê belê min awaz dane hevalên xwe jî“
-Pirî sitranên te ji gotin û azawzên te ne. Gelo ji bilî sitranbêjiyê, tu xwe ji helbestnivîsîn û awazjeniyê jî nêzîk dibînî yan na?
Jixwe behremendiya min ew bû ku min hem sitranên xwe dinivîsîn, hem jî bi awaz dikirin. Taybetmendiya min ev e.
Tevahiya sitranên min ji awazên min in, û piraniya wan jî ji gotinên min in. Ne tenê wilê, lê belê min awaz dane hevalên xwe jî.
Ji ber çi min helbest dinivîsî, ji ber ku bandoreke mezin a bavê min li min hebû.
Jê û pê ve, min helbestên Cegerxwîn, Dildarê Aştî û Aldarê Kurd jî kirine sitran. Û bi tenê sitrana “Ji dûr ve”, ew ya hunermend Ridwan Dêrikî ye.
“Ez gelekî poşman im ku min gelek sitranên folklorî negotine.Xwezî sitranên min tev de nûjenkirina folklor bûna“
-Sedemên bijartina te ji nûjenkirina sitranên folklorî re çi ne…û evan sitranên gelêrî çi da te yan jî çi li behreya te zêde kir?
Her ku mirov mezin dibe û di kultûra Kurdî de kûrtir dibe, mejiyê mirov bêhtir vedibe û zanatir dibe. Sitranên me yên folklorî, nirxekî wan ê hunerî yî pir buha heye. Ez gelekî poşman im ku min gelek sitranên folklorî negotine.Xwezî sitranên min tev de nûjenkirina folklor bûna.
Belê, ji ber dewlemendî û xweşiya wan sitranan, min ew nûjen kirin.
Jixwe piraniya wan sitranan ên Yûsivê Çelebî ne. Ez dibînim ku Yûsivê Çelebî yek ji gewreyên Kurdan e.
“Sitrana “Were Yara Min”, min ji evîndara xwe re çêkir“
-Di sala 2007’ê de nav û dengê Hejar Seyda li seranserî deverên Rojavayê Kurdistanê belav bû, ew jî bi saya sitrana “Were Yara Min”. Ev sitran ji kê re bû û di jiyana te ya hunerî de ev sitran cihê xwe li kû digire?
Sitrana “Were Yara Min”, min ji evîndara xwe re çêkir.
Ev sitran di 1996’ê de min tomar kiriye.
Paşê min xwe ji debar û abora xwe re vala kir û bîstekê ji hunerê bi dûr ketim. Bidûrketina min jî ji ber rewşa aborî û nebûna derfetê bû.
Hunera min tenê di çarçoveya civatên teng de ma.
Vê yekê hetanî 2007’ê dom kir.
“Min dixwest ku ez bi sitrana welatparêzî bême naskirin“
Êdî hevalên min hew bela xwe vekir û ji min re gotin ku hestên te xweş in û divê tu tiştekî tomar bikî. Ji vê yekê min sitrana “Were Yara Min” di 2007’ê de nû kir, û tomar kir. Ev sitran bi rêya mobaylan pir belav bû û dengekî mezin da.
Ev sitran bû nasnameya min, lê min pir sitranên welatparêzî yên jê xweştir tomar kirine. Min dixwest ku ez bi sitrana welatparêzî bême naskirin.
40 sitranên min ên welatparêzî hene, lê baş belav nebûne û hin ji wan tomar nebûne.
– Mihemedê Cemîlê Seyda yekemîn kes bû ku nexşeya Kurdistanê çêkiriye, her wiha bi tevgera xwe ya wêjeyî jî navdar e. Lê tu wekî kur, çawa bavê xwe didî naskirin?
Di malê de, herî zêde kêfa bavê min ji min re dihat. Didît ku ez li ser şopa wî me. Ez gelek caran di civîn û rûniştinên wî de amade bûme û hetanî niha jî tiştên wî li cem min in. Jixwe bavê min gelekî navdar bû, lê ez jî di belavkirina berhemên wî de hetanî niha, dixebitim. Ez dikarim bibêjim ku bandoreke bavê min a pir mezin li ser min hebû.
Îcar her helbesta ku min binivîsanda, min pêş bavê xwe dikir. Pir kêfa wî dihat.
“Hunera xurt û hunermendên xurt, her zemanî hene. Lê belê di dema îro de pir kes hene li hunerê siwar hatine“
-Eger em der barê birêveçûna hunera Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê de danberheviyekê di navbera roja îroyîn û 30 salên berê de çêbikin, gelo tu rewşa hunerî ya wê demê çawa dibînî û ya aniha çawa dinirxînî?
Hunera xurt û hunermendên xurt, her zemanî hene. Lê belê di dema îro de pir kes hene li hunerê siwar hatine. Ne karê wan e, lê belê ji xwe re kirine kar. Ev jî ji ber wê yekê tê ku, belavkirina sitranekê bûye karekî pir hêsan.Lê belê berê ne wilê bû, tomarkirina sitranekê pir zehmet bû.
Nerîna min ji hunerê re cuda ye. Huner hest e.
Kesê ku karibe bi hestên xwe û bi dengê xwe hunera xwe bigihîne milet, ew hunermend e.
Hin kes hene ku bi sedan sitran gotine, lê tu bandora wan nîne. Berovajî wê, carinan hunermendek sitraneke bêmuzîk tenê bi dengê xwe disitrê, lê belê ew sitran bandora wê heye.
Li Rojavayê Kurdistanê hem hunermendên kevin, hem jî yên nû, hêj bandora wan li dar e.
Bi nerîna min, hunermendên Rojavayê Kurdistanê ji hunermendên parçeyên din, zanatir û xurttir in.
-Di dema îroj de, çi projeyên te yên hunerî hene?
Mixabin. Ev demek e ku ez li welatê xerîbiyê me. Berî çend salekê derfeta hevdîtinên di televizyonan de hebû. Wê demê me baş qedr û buhayê xwe nas kir û me xwe wekî hunermend dît.
Hunermendên ji nifşê min û yên berî min jî, gelekî astengî dîtin.
Tu projeyên min ên hunerî tune ne. Lê di her hilkeftekê de ez sitranekê li malê tomar dikim.
“Ez ê di demeke nêzîk de vegerim“
-Ev 4 sal in ku tu li Tirkiyê dijî. Sedemên derketina te ji welêt çi bûn û gelo tu yê venegerî?
Mijara vegerê, her ez ê vegerim. Sedemên derketina min jî ji ber pirsgirêkên aborî bûn.
Ez demeke baş li welat bê kar mam. Çar zarok di sitûyê min de ne, ji vê yekê ez hatim Tirkiyê.
Ez ê di demeke nêzîk de vegerim.
“Mixabin, gelek hunermend û nivîskar hene wekî ku dijminê doza xwe bin, tevdigerin. Her timî aliyên neyînî dişopînin“
-Diyar e ku mala Kurdî hêj bi ser hev de nehatiye û dubendiyên partîtî û siyasî hêj jî li dar in. Gelo ev rewş, çi bandorên wê yên neyînî li ser tevgera hunerî hene?
Divê ku hunermend, ziman û çavên miletê xwe be.
Divê ku kesê hunermend ji hemî aliyan ve bi doza miletê xwe ve bête girêdan. Heman tişt ji rewşenbîr û nivîskaran jî tê xwestin.
Her wiha ji erkê hunermendan e ku tiştên civaka xwe yên neyînî, bi rengekî erênî bidin xuyakirin.
Divê ku em hunera xwe, bi pêdiviyên doza miletê xwe re bidin pîvan.
Mixabin, gelek hunermend û nivîskar hene wekî ku dijminê doza xwe bin, tevdigerin. Her timî aliyên neyînî dişopînin.
Em di demekê de ne ku pêwîstiya miletê me bi moraldayînê heye.
Ez dibînim ku divê her timî kêfxweşî û şoreşa miletê Kurd li dar be.
-Peyama te ji civata hunermend û miletê Rojavayê Kurdistanê re çi ye?
Ez wekî mirov û hunermendekî Kurd, hêvî û xewna min ew e ku ev milet bi serfirazî bijî.Ev xewna bav û kalan û ya her mirovekî Kurdperwer e.
Banga min ji hunermendên Kurd re jî ew e ku hunera xwe li pêş bixin, û zanibin ka çi disitrên.
Li muzîka her çar parçeyên Kurdistanê û ya cîhanî jî guhdarî bikin, da ku em ji yek ritm û yek qalibî, derkevin.
Huner û hunermendên me yên Rojava pir xurt in.
Ji bo çêkirina vê hevpeyvînê, ez sipasiyên xwe ji bo te pêşkêş dikim.
Ev hevpeyvîn di rojnameya”Bûyerpress”, hejmara 70′yî de hatiye weşandin 2017.12.1