Piştî ku duh hate ragihandin ku li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê, şerek bi hêzên tundrew re qewimî, hevkarî di navbera hêzên leşkerî Pêşmerge û YPG de çêbû, hate gotin ku birîndarên leşkerên kurdan hatin guhestin bo nexweşxaneyên Zaxo li Herêma Kurdistanê û Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê.
Ji ber van nûçeyên lezgîn ku bi awayekî nefermî ji eniyên şer dihatin, xelkên bajarê Dêrikê berê xwe dan nexweşxaneya niştîmanî li bajar bo dana xwînê ji birîndaran re.
Dr. Ehmed Seyid Ebas ji Dêrikê ji ARA News re tekez kir ku birîndarek bi tenê ji pêşmergan li Dêrikê heye bi navê Mihemed Emîn û rewşa wî jî aram e, lê li gor agahiyan xelkên Dêrikê û Asayîş û karmendên tenduristiyê li bajêr xwe amade dikirin ji bo çi tiştekî ku heye bê xwestin.
Wêneyê hate belavkirin ji pêşiya nexweşxaneya bajarê Dêrikê: Wêne ji NET e.