– Ez hunermendê yekemîn im, ku Newroz li bajarê Qamislo lidar xist” Berpirs im di ber vê gotinê de”.
– Ez bûm sebeb hetanî ew cenazeya mezin ji nemir Mihemd Şêxo re çêbibe, malbata wî dixwestin bi bêdengî wî veşêrin.
– Necah Al’etar”Wezîra çandê” derbasî holê bû min strana “Ey Reqîb” bi tembûrê lêxist.
– Min 100 helbestê Seydayê Cegerxwîn kirine stran.
– Strana: “De lorî lorî” min di sala 1977an de, awaz kiriye û min gotiye, Şivan Perwer piştî min gotiye.
– Min helbestên Mele Nûrî Hesarî dikirin stran, û navdar dibûm, li ser xwesteka wî min nedigot ku helbestê wî ne!
– Gelek malbatan keçê xwe nedidan, eger hunermendê şahiyê ne Selah Resûl bana”Şert û merc bû”!
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
“ Li ser asta dawet û şahiyan ez yê yekem bûm ku min komek hunerî ji bo şahiyan ava kir, min komeke bi cil û bergên weke hev daxiste şahiyan, min Org, Gîtar, Bas, Dahol, Cas, daxiste şahiyan. Min dîlana Şêxanî anî Qamislo û di dawetan de hat çesipandin”
Behremendiya huner û stranbêjiyê di Rojavayê Kurdistanê de, berz û gewre ye. Bi sedan stranbêj navê xwe di gastîna huner, mûzîk, û stranbêjiyê de kolane, bi dehan ji wan jî bûne dibistan û şagirtên wan çêbûne û rêç û şêwaza wan şopandine, mînak: Hunermend Mihemed Şêxo, Se’îd Yûsif, Ciwan Haco, M.Ezîz Şakir…Hunermend û stranbêjê ku em di vê hejmarê ya rojnameya Bûyerpress de li ser baxivin û pê re hevpeyvîn û gengeşê bikin, bêtir ji 55 salan di gastîna huner û stranbêjiyê de bûrandiye, tûrikê wî gihiştiye 1000 stranî, di heyamê xwe de nimre yek bû, şahî, dawet, ne bi amadebûna Selah Resûl bana, qet çênedbû, û ne bi dilê mazûmvanan bû. Erê ew heyam heyamê Selah Resûl bû, de ka werin em ji nêz ve wek ku ew ji me re axivî, em bi hev re wî nas bikin.
Navê min Selah Silêman Resûl e, ji zayîna 1952an im, li taxa Enteriyê hatime dinê, min hetanî pola şeşan xwendiye, jiber hezkirina min ji mûzîkê re min hew guh da xwendin û dibistanê, bavê min zor li min dikir ku ez li bilûr û tembûrê nedim, digote min ev tembûr û bilûr şerm in, kirêt in, kesê ku danûstandinê bi wan re bike, 40 rojî bê îman dimîne! Bavê min jiber wan nerîn û helwestan 7 salan nehate mala min, piştî ku ez navdar bûm hate mala min, min jê re got: Yabo va bû 7 sal ez karê stranbêjiyê dikim û li tenbûrê dixim, va tiştek bi min nehat û tiliyên min weke zêr in? Bavê min keniya û gote min Welah kurê min, min jî wisa bihîst û min ji te re got.!
Di sala 1970î de, hevalekî me hebû navê wî Cemîlê Salihê Elî bû, wê salê xwendina xwe ya bekeloriyayê stand, û berî wî kete Istanbolê ji bo xwendina xwe temam bike, me di hewşa mala wan de wek ahengekî jê re lidar xist, pir xweş derket, li wir mihvan hebûn, navê min derket û digotin Selaho çi ev aheng xweş kir, demek ser wê ahengê re neçû, ez hatim xwestin ku dawetekê li tara Mehmeqeya lidar bixim, û di pey wê re dawet li Tara Qedûr Beg jî, min lidar xist, û ez çûme leşkeriya Sûriyê, di salên leşkeriyê de min xwe baş hînê huner û tembûrê kir, di sala 1973an de min leşkeriya xwe bi dawî kir, ez vegeriyam Qamislo çend roj neketin hatina min de, dawetek ji min re hat, dîse li tara Mehmeqeya bû, min ew dawet lidar xist, û paşê ez çûme Helebê, û li wir zewicîm û 3 salan li Helebê mam. Piştî 3 salan ez vegeriyam Qamislo, min serdana hin hevalan kir, ji min re gotin dinya li ser stranê te xirabûye, ma tu li ku derê bûyî, min gote wan xêr e? Gotine min here tomargehê û zanibe!?
“Di dawetê min de çênedbû ku xelk rûniştî bana. Di sala 1973’an de, û di daweta xwe ya yekem de min 40 wereqeyê Sûrî stand, di sala 1987 an de buhayê min 7000 werqeyê sûrî bûn”.
Ez çûme tomargehê, min nerî wa li ser cama wê nivîsandine, kasêta Selah Resûl “Ahenga Helebê”! Min jê re got kê gotiye te ev kasêt ya Helebê ye? ev kasêt ya daweta Mehmeqeya ye! gote min: Ez dibêjim te ya Helebê ye, ez ji te bêtir dizanim! Min lê vegerand keko ez Selah Resûl im, û ev dengê min e, û ev kasêt berî 3 salan di daweta Mehmeqeya de tomar bûye.. Ji wê kasêtê û ez bixwe nizanim ku ewqas navê min derketiye. Hasil xelkê ez nas kirim, û ez rojane diçûm dawet û şahiyan, ez êdî jixwe re li strana geriyam, min helbest dane hev û min awaz dikirin, û di wan şahiyan de min digotin, kasêtê min wek avê dihatin firotin, şev û roj min dikirin yek, ji bo çêkirina stranan, dixwazim di vê hevpeyvînê de navê hin helbestvanan ji xwendevanan re bibêjim, jiber xelk dibêjin ku ew stran filiklor bûn. Ji wan: Emerê Zerîfê ku despêka min bi helbestê wî bûn, bêtir ji 20 helbestan ji min re nivîsiye ji wan: “Kanî kêfa ku me dikir, Bejna Kulçîn Zirav e. Were Leylê“. Min bêtirî 100, helbestê Seyadyê Cegerxwîn awaz kirine, û min tomar kirine. Ji wan Strana: “De lorî lorî“ min di sala 1977an de, awaz kiriye û min gotiye, piştî min Şivan Perwer û Gulîstan Perwer bi hev re gotin. Strana “Gernasê Mamiş, Rabin xortê Kurdistan“, min di sala 1969an de, gotiye, dîsa Şivan Perwer ev strana min biriye û gotiye! Stranên “ Heval ez bilûrvan im dengê saza hozan im, Çemê Firat, Dijmin ketye Kurdistanê, û Yara por zêrîn“. Min gelek stran ji helbestvan Mûsa Zaxuranî re gotine ji helbestên wî: “Pênc keç ji wê ve hatin” Helbestek siyasî bû”. Ji helbestvan Duris Izet re gelek helbest çêkirine ji wan: “Bûme gemya kul û xema. Dilo bes e qêrîn û nalîn“. Ji helbestvan Ni’manê Salihê Elî re, gelek helbest ji wan: “Ev keçika sebra dila. Perdê hilda te bibînim“. Min ji helbestvanê mezin Mela Nûrî Hesarî re gelek helbest çêkirine û hetanî vê kêlîkê kesek nizane ku ew helbest yê Mele Nûrî ne, jiber xwesteka wî bû ku ez navê helbestvan eşkere nekim, lê niha pêwîst e ku her kes zanibe ku ew helbestê helbestvanê gewre Mele Nûriyê Hesarî ne, û dixwazim vê jî bibêjim ku di demek nêz de, wê xelata Mela Nûriyê Hesarî diyarî hunera min bikin. ji helbestên wî: ” Gula xwe nadim tu kesî gula xwe nadim. Wa şêrîna li ber dila. Mi buhştek dî, ez bi azadî dijîm”. Min ji helbestvan Ebdilrehîm Xeznewî re jî stran çêkirine ji wan: “Azar e, xweş û buhar e. Kurd şiyar in”. Min ev nav gotin ji bo mafê wan winda nebe, û di dîrokê de bêne naskirin.
Di heyamê me de huner tişteke pîroz bû, bi dehan hunermend hebûn, têkiliyên me bi hev re hebûn, nemir Mihemed Şêxo, Se’îd Yûsif, dixwazim vê tiştê jî ji bo dîrokê bibêjim, çaxa kun nemir Mihemed Şêxo serê xwe danî, malbata wî dixwest ku bi bêdengî wî bispêrin axê!, lê min qebûl nekir, min ji malbata Mihemed Şêxo re got, heta duh ew kurê we bû, niha bû milkê gelê xwe! Min gote wan çênabe em Mihemed Şêxo wisa veşêrin, dive ku bibe danê nîvro, û milet bi cenazeyî wî re derkeve, min û Ekrem Derwîş cilê bûk û zava li zarokan kirin, û yek ji wan kurê Ekrem Drewîş bû, me banga xwe şand ji gelê Qamislo re, ji bo bi cenazeyê Mihemed Şêxo re derkevin. Min hişt ku ew cenazeya gewre ji Mihemed Şêxo re çêbibe!.
“Gelek çîrok û çîvanok li ser min têne gotin, lê ez ji hezkiriyê xwe re vê razê eşkere dikim, ku Selah Resûl jiber rewşeke derûnî û malbatî berê xwe da koçberiyê”.
Bi vî rengî me ji hev hes dikir, gelek caran di şahiyan de jî em pêrgî hev dihatin, nexasim di şahiyên heval û dostan de, wî heyamî şahî û dawet pir xweş bûn, pir zehmetî hebûn, lê heyamek pir xweş bû, û ji bîra min naçe.
Li ser asta dawet û şahiyan ez, yê yekem bûm ku min komek hunerî ji bo şahiyan ava kir, min komeke bi cil û bergên wek hev daxiste şahiyan, min Org, Gîtar, Bas, Dahol, û Cas, daxiste şahiyan. Min dîlana Şêxanî anî Qamislo, piştî ku ez carekî çûm bajarê Dêrikê, min temaşe kir, ku ew dîlana şêxanî û koçerî bikar tînin, min ew koma bedew ava kir, û min dîlana şêxanî li bajarê Qamislo çesipand. Ez hunermendê yekemîn im ku daketime nava dîlanê û bistranî min dîlan geş dikir. Di dawetê min de çênedbû ku xelk rûniştî bana. Di sala 1973an de, û di daweta xwe ya yekem de min 40 wereqeyê Sûrî stand, di sala 1987an de buhayê min 7000 werqeyê Sûrî bûn, hemû hunermendan di wê salê de bi 1500 wereqyî diçûn dawetan, şert û merc bûn nexasim ji aliyê mala bavê bûkê ve; eger dawet ne Selah Resûl bana, keça xwe nedidan!! Ez berpirs im di ber vê gotina xwe de, carekî keçek dan û soz danê ku wê Selah Resûl li daweta wê bixe, piştî ku xêlê wê hat mala zavê dît ku ne Selah Resûl e, ew bûk xeyîdî û bi hezar lavayî ew haşit kirine. Gelê min yê bajarê Qamişlo ez kirim hunermend, ez vê jibîr nakim, hezkirinek bêhempa ji min re diyar dikirin. Min qet ji bo tenê stranbêjê dawet û şahiyan kar nedikir, min dixwest ku ez di hunera xwe de karin din bikim, stranin şoreşgerî, bi coş ji bo gelê xwe çêbikim, loma di sala 1978an de, ez hunermendê yekemîn im, ku min cejna Newrozê li taxa Hilko lidar xistiye, di wê Newrozê de Seydayê Cegerxwîn jî amade bû, û pir kêfa wî ji karê min re hat, ji sala 1978 hetanî sala 1980’î min Newroz bi tena xwe lidar dixistin, min çend xort ji tîma xwe ya fitbolê dabûn hev û min koma “Pale” damezrad, û me dîlanên filiklorî di Newrozê de pêşkêşê gelê xwe dikir. Di sala 1979an de komek hebû bi navê Koma Cezîrê, ez û Ciwan Haco di wê komê de bûn, me karê xwe li ser dika Navenda çandî ya dewletê lidar dixist, carekî li bajarê Hesekê ahengek mezin hebû, û nimra koma me ya pêş bû, wezîra çandî Necah Al’etar derbasî holê bû min strana “Ey Reqîb” bi tembûrê lêxist, nizanim çawe wisa bi min re derket û çêbû, lê tişta baş ku min di bera mewlek got, û bala tu kesî nekişand ku min mûzîka sirûda gelê Kurd lêxist. Lê Necah Al’etar ji berpirsê navendê re got: “We ev cih kiriye Navenda çanda Kurdî, ne ya Erebî ye”!!, û êdî karê me li ser dika wê şanoyê qedexe bû. Di sala 1981’î de, Koma Xelat ji aliyê “Partiya Hevgirtina Gel” hat damezrandin, ez tevlî wê bûm. Navê wê “Koma Xelat” bû. Di sala 1983an de, wek yekemîn koma filiklora Kurdî em çûn newrozê, ez li ser dika komê bûm, Nemir Mihemed Şêxo hate Newrozê, cemaweran rahiştin wî heta ku ew anîn li ser dikê, min pêşwaziya wî kir, û min desmala xwe li sitiwê wî pêça, lê Mihemed Şêxo stran negotin tenê cejin li gelê Kurd pîroz kir. Di wê Newrozê de me rojeke dîrokî lidar xist. Di wê rojê de, min berê xwe de Şamê roja din min Newroz li Şamê jî lidar xist, ji bo doz û xwestek û hunera gelê xwe ez xwebexş bûm. Di sala 1984an de, siyaset kete nav hunerê û karê komên filiklorî de, min hew bi koman re kar kir. Mixabin!, hetanî vî çaxî jî siyaset û nakokiyên partiyan bandora xwe li huner û hunermendan dike!!. Ji bo karê min rêjîma sûriyê gelek astengî ji min re çêdikirin, bi dehê caran, ez xwestime û lêkolîn bi min re kirine, û dixwestin ez neçim Newrozan.
Ez ev kesayet im, min hinek ji êş, kul, bûyer, yê ku bi min re burine, min ji we re anîn ziman, lê tişta ku birîna min rehet nake ew e, ku di germahiya Selah Resûl de, Selah Resûl pişta xwe da hunera xwe û hunera xwe kuşt û berê xwe da koçberiyê, mixabin, ev birîn di dilê min de wê here gorê, gelek çîrok û çîvanok li ser min têne gotin, lê ez ji hezkiriyê xwe re vê razê eşkere dikim, ku Selah Resûl jiber rewşeke derûnî û malbatî berê xwe dakoçberiyê, min ji xwe re got tenê ez ê 3 salan bimînim û ez ê li bajarê xwe vegerim, lê mixabin ez hatim û ez li vir mam û min huner û heyamê xwe kuşt!! Hîn jî li hunera xwe miqate me, min li vir gelek konsêrt çêkirine, min di sala 2005an de şahî û dawet li xwe qedexe kirine. Ez mizgîniyê didim cemawerê xwe ku di demek nêz de ez ê strana xwe ya nû ku min li ser teqîna Qamişlo çêkiriye, wê derkeve bi navê:” Qamişlo Enfal e” Dastana min e, ji bo bajarê min.
Ji xêra Xwedê re, dinya vegeriya ew diniyaya berê, û min hemû tiştê ku min dixwest bikim, min kirîbana, lê xwezî pêk nayên!! Li ser heyamê xwe û germahiya xwe, û hunera xwe poşman nebûme, lê ew roj têne bîra min, Selah Resûl ku hunermendê nimre yek bû, xidmet alîkarî min ji her kesî re dikir. Tiştek ji bîra min neçûye, dibe ku di demê pêş de jî ez bîranînê xwe binvîsim.
Piştî ku min dilê xwe ji we re vekir, ji bo her kes Selah Resûl ji nêz ve bixwîne, dixwazim ji nifşê nû re bibêjim, ku ew li huner û kultûra xwe miqate bin, bê kultûr û filiklor hunermend nabe hunermend, kar berdewamî jê re dive, ez bixwe hetanî vê kêlîkê li stranê kevin guhdar dikim jiber ku bingeh in, li Ciwan Haco guhdar dikim jiber wî huner li pêş xisit, û wê bimîne, niha hinek deng hene karê xweş dikin, mînak wek: hunermend “Şeyda”, pir karê wî xweş e, lê di baweriya min de ew dom nake jiber ku awazên wî hemû yên erebî ne!!
Ji dil û can silavên germ ji gelê xwe re dişînim, min bêriya we kiriye, ez biryayê we Selah Resûl im “Selaho” me ..Spasiya rojnameya Bûyerpres dikim ku ev derfet dane min ji bo di riya wê re xwe bighînim cemawerê xwe.
Ev hevpeyvîn di hejmara “53″ an ya rojnameya Buyerpress de hatiye weşandin 1.11.2016