Bûyerpress
Wezîrê Berevaniya Emerîkî Cîmis Matîs duh înê ragihand ku Rêberê Rêxistina DA’İŞ’ê Ebû Bekir Elbexdadî hîn sax e.
Di daxuyaniyeke xwe de ji rojnamevanan re Matîs got ku ji ber em dizanin Bexdadî hîn sax e, dê hewlên me ji bo kuştina wî berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku Bexdadî hatiye kuştin, her wiha Artêşa Rûsî jî di 22’yê meha çûyî de kuştina Bexdadî ragihand.