Duh înê, welatê Çînê rûnivîseke nû ji destinivîseke Qur’anê belav kir, dîroka wê vedigere sedên salan.
Li gorî ajansa Şînxwa ya Çînî, weşanxaneyekê li herema Şiyonhwa çapek ji rûnivîsa destnivîsê da weşandin.
Heman ajansa navborî zelal kir ku ew destnivîs dê neyê firotin, bi tenê hatiye belavkirin ji bo lêkolîn li serê çê bibin.
Destnivîsa resen ku ji 870 rûpel û giraniya 12.5 kg pêk tê, vê gavê li muzexaneyekê li herema navborî ye.
Hin jêderên dîrokî destnîşan kir ku dîroka destnivîsê vedigere sedsala 11’an.