Li gorî raporekê ku Kenala Elerebiyê dabû weşandin, Hêzên Sûryaya Demoqrat QSD’ê dan zanîn ku li gorî agahîne saloxgerî ku ketine nêv destên wan, ew agahî dibêjin ku rêxistina Da’işê piştî vê dorpêçê û ji ber ketina moralên endamên wê, êdî rêxistin fermandarên xwe dikuje.
Li gorî jêderên saloxgerî dibêjin, endamên rêxistinê yên xwecihî êdî hew baweriyê bi biyaniyên li nêv rêxistinê tînin ku ” Muhacirîn” ji wan re tê gotin, her wiha wan bi guhbelî û sîxuriya ji Hevpeyman û QSD’ê re tawanbar dikin.
Tê pêşbînkirin ku ev pêşhatên dawî, dide xuyakirin ku rêxistina Da’işê ber bi tunebûnê ve diçe.