Mebest ji şerȇ klasîk ew e ku hȇzȇn fermî yȇn dewletekȇ li dij hȇzȇn dewleteke din şerȇ hev û din dikin.
Mirovahiyȇ ev cureyȇ şer ji kevin ve nas kiriye û tevî borîna gelek serdeman li ser zayîna vî şerî, belam hȇ jî bingeha wȇ ya felsefî rastî tu guherînan nehatiye.
Ev cureyȇ şerî xwe dispȇre çar hȇmanȇn sereke ew jî stratecî,tektîk,pȇşketina zanistî li gor dem û cihê ,her wiha plan.
Lȇ ji aliyȇ konevanî ve ev şer şikandina vîna dijmin armanc digire.
Di dema îroyîn de tu guhertin di vî şerî de çȇnebûye ji bilî amadekariyȇn ku dema nûjen dixwaze mîna: amadekariya abûrî ,civakî ,konevanî û medyayî.
Hȇmanȇn şerȇ klasîk:
Wekî me got şerȇ klasîk dabeş dibe li ser çar hȇmanan :Stratecî ,tektîk,pȇşketina zanistî û plan.
Stratecî:
Ji strateciyȇ re tȇ gotin”Bikaranîna pevçûnȇ wekî navgînekȇ ji bo gihaştina armanca şer” yan jî “Hunera belavkirin û bikaranîna hemî amûrȇn şer yȇn leşkerî ji bo serkeftineke siyasî”.
Her wiha tȇ gotin ” Hunera bikaranîna hȇzȇ ji bo gihaştina armanceke siyasî”.
Gotina stratecî bi xwe Latînî ye, ji du kîteyan pȇk tȇ “stra” tȇ wateya qadȇ(meydan) û “tig” tȇ wateya “çiya” û ev gotin her tim tȇ bikaranîn ji bo bingeh û prensîpȇn şer.
Prensîp û gerekiyȇn strateciyȇ:
-Destpȇk:1
Destpȇşxeriyaji bo kar di rȇya rast de,di wateya kûr de destpȇk li siyasetmedaran vedigere anku ew armancȇ diyar dikin ,lȇ di warȇ leşkerî de bi fermandarȇn leşkerî ve girȇdayî ye û ta ku armanc ji hemî aliyȇn xwe ve ji alîyȇ siyasetmedaran ve neyȇ zelalkirin ,tu carî fermandar nikare rȇya rast bişopîne.
Yekemîn gav ji bo destpȇşxeriya kar:Ragirtina rewşȇ ye,anku fermandar hȇza xwe û ya dijmin dinȇre û baş dixwîne û xalȇn hȇz û lawaziyȇ nas dike ,ew jî bi alîkariya naskirina agahiyȇn der barȇ hȇz,cureyȇn çek,rengȇ perwerde û meznahiya hȇza dijmin pȇk tȇ.
Paşȇ hȇza ȇrîşker li ser esasȇ perwerdeya dijmin û li gor rewşa seqa û xaknîgariyȇ tȇ amadekirin.
2-Rabezîn (Sprayz):Eger cehwerȇ destpȇkȇ destpȇşxerî be,cewherȇ rabezînȇ jî destpȇşxerî ye lȇ bi şȇweyekî ku dijmin texmîn neke.
Sprayz hȇmana herî giring e di şer de, ji ber dema bi şȇwazekî plankirî hȇzek radibez ser dijminȇ xwe wȇ gavȇ hȇza dijmin a manewî tȇk diçe û qordîneya dijmin ji leza re ferman û quralȇ şaş dide leşker,bi vȇ yekȇ bizav û zevera dijmin pûç dibe û bi dest xwe re tune dibe.
Rabezîn bi dem ,cih û lezgîniya tevgera artȇşȇ bi ser dikeve û divȇ ku li gor dem û cih planeke guncaw bȇte dayîn.
Ya herî pȇwîst di rabezînȇ de razberî ye, anku bi rengekî sirrî birina ȇrîşȇ.
3-Sivkahiya lebatȇ : Sivikbûna lebatȇ di tewreya leşkerî de tȇ du wateyan: Ya yekȇ sivikbûna lebatȇ bi rengekî rast li gor cih û demȇ,ya duyan veguherîn û nermahiya keysbazî ber bi hemî aliyan ve.
Bȇ guman sivkahiya bi rengekî tekûz bi dest nakeve,lȇ bi asteke bilind dibe.
Ji bilî van gerekiyȇn jorîn çend prensîpȇn din yȇn strateciyȇ hene,yek ji wan” hȇsanî” her çi qasî fermandar plan û strateciyeke hȇsan û bȇnakok bibijȇre , ew qas kȇmasî kȇm dibin.
Ya din “alîkarî” , divȇ ku alîkarî di navbera hemî hȇz û çekan de hebe çi hȇzȇn bejayî , çi yȇn deryayî û çi yȇn asîmanî be, pȇwîstiya wan bi alîkarîyȇ di navbera hev û din de heye û divȇ hemî hȇz li ser awazekî tevbigerin.
Helbet alîkariyeke tekûz çȇnabe eger hevrȇzî (tensîq) nebe, ji vȇ yekȇ divȇ ku bi berdewamî agahî bi hûrgilî bȇne nihartin di navbera hemî xalan de û ev yek bi hebûna odeyeke fermandariyȇ (qordîne) bi dest dikeve.
Tişta herî pȇwîst di strateciyȇ de “aborandina di hȇzȇ de” ye,ango nabe hemî hȇza artȇşȇ bi tevahî şiyan û karînȇn xwe yî mirovî ve tevlî şer bibe,divȇ ku hȇza berevanî,palpiştî û yedek hebe.
Ji ber di tu şeran de encam nayȇn diyarkirin û ne jî dema şer,ji ber vȇ yekȇ divȇ fermandar bergiriyȇ ji hȇza mirovî re bike û di cî de hemî artȇşȇ neȇxe di babelîska tevgerȇ de.
Divȇ ku moral neyȇ jibîrkirin ,ji ber dibȇjin guleya dijmin li şervanȇ mȇrxas nakeve û di gelek şerȇn cîhanȇ de moralan kariye bi giraniya çekan.
Moraldayîn jî bi gelek şȇweyan pȇk tȇ, lȇ ya herî giring divȇ fermandar cihȇ baweriyȇ be li bal leşker û bandora xwe rasterast li wan bike, ji ber fermandar mînak e ji leşker re û her tim moral ji fermandarȇ baş tȇ girtin.
Tektîk:
Me giringîya strateciyȇ ji bo şer da diyarkirin û hat xuyakirin ku ji bî strateciyeke bi rȇk û pȇk serkeftin bi dest nakeve,belam ev stratecî divȇ bi tektîkeke baş di şer de were sȇwirandin.
Mebest ji tektîkȇ ew e ,hevsengiya di navbera barandina guleyan û şȇwazȇ tevgera leşker de ye, anku sûd ji wȇ çekȇ bȇte girtin bi rȇya tevgereke rast.
Ji tektîkȇ re du hȇmanȇn sereke hene : barandina ȇgir û tevger. Em ȇ di du beşan de van her du hȇmanan şîrove bikin.
Beşȇ Yekemîn:
Prensîpȇn barandina ȇgir:
Bikaranîna barandina ȇgir di şerȇn klasîk î nûjen de xala herî sereke ye.
Di vȇ barandinȇ de divȇ hejmareke mezin ji avȇştok û jȇderȇn agir navendȇn sereke yȇn dijmin bikin nîşan.Her wiha xala lawaz di nîşanȇ de divȇ bi segvanî were nîşangirtin.
Her wiha divȇ danesera li ser dijmin bi rengȇ rabezîneke netexmînkirî bȇte kirin,da ku dijmin çekȇn dijȇgir bi kar neîne.
Beşȇ duyemîn:
Prensîpȇn tevgerȇ:
Her çi qas hȇz di qadȇ de liv û tevgerȇn cûr bi cûr dike,belam ev tevger bi tenȇ di çarçoveya ȇrîşkirin û berevaniyȇ de ye.
Her yek ji ȇrîş û berevaniyȇ xudana taybetiyȇn xweser in.Hȇza ȇrîşker cih û dema şer destnîşan dike;hȇza berevaniyȇ karînȇn xwendina deverȇ û amadkariyȇn endezyarî di destan de ye.
Pȇşketina zanistî:
Pȇşketina zanistî hȇmaneke sereke ye di şer de nabe ku mirov piştguh bike.
Ji ber di demȇn kevin de afirandina kevanȇ û di sedsala 14’an de dîtina barûdȇ bandoreke ber bi çav kir.
Lȇ belȇ di roja îro de pȇşketina çekan guherîneke mezin ȇxistiye di şȇwazȇn şer de,bi çȇkirina tang,top,tanzȇr,firoke ,mayîn ; bi xebitandina peywendiyȇn tȇldengî û hȇla enternȇtȇ, ȇdî dûrbûn û astengiyȇn ku diketne pȇşberî armancȇ de ji holȇ rabûn.
Plan:
Eger planeke leşkerî ya guncaw nehȇte danan,helbet tu nirx ji her sȇ hȇmanȇn ku me destîşan kiriye re nîne.
Dema ku fermandar palna xwe didane,destpȇkȇ van pirsan ji xwe dike û dibersivîne:
-Armanca sereke çi ye?
-Gelo karînȇn hȇza min heye ku vȇ armancȇ bi dest bixe?
-Şȇwazȇ guncaw ji bo bidestxistina armancȇ çi ye?
-Piştî şerȇ leşkerî, rengȇ danûstandinan dȇ çawa be ?
Bersivdayîna van pirsȇn jorîn kilîta durist e ji danana her palnȇ re.
Bersiva pirsȇn borî xwe disipȇre çend binyatȇn sereke:
1.Armanc:
Di dema îroyîn de hikûmet armancȇ destnîşan dike.
Berî ku hikûmet(desthilatdarî) armanca ji şer bi forma dawî diyar bike ,nirxandineke bi hûrgilî li ser rewşa siyasî dike û xalȇn hȇz û lawaziya xwe û dijmin digre dest.
Her çi qas armanca leşkerî li gor xwestekȇn siyasî were bidestxistin,dȇ ew qas serkeftineke nimûneyî bȇte bicihanîn.
2-Hȇz(Wize) :
Fîlozofȇ şer Karl Fon hin pȇwîstiyan destnîşan dike ku peyda bibin dȇ mirov piştrast be ji karînȇn hȇza xwe ,ew jî ev in:
1.Divȇ hejmareke mezin ji leşkeran hebe da ku serkeftineke tekûz were bidestxistin.
2.Divȇ ev hȇz amade be ku gelek qurbaniyan bide ta ku pîvanȇn hevsengiyȇ bi giranî bȇxe ji para xwe.
3.Divȇ ku tevgera leşkerî û asîmenȇn siyasî bi ȇk ve girȇdayî bin, da tu dijminine nû nebin asteng ji pȇşveçûnan re.
3-Şȇwaz:
Piştî ku fermandar armanca xwe nas dike û ji hȇza xwe piştrast dibe,ȇdî şȇwazekî guncaw ji bo şerî destnîşan dike.
Destnîşankirina şȇwaz jî girȇdayî çend xalan e: dem,karîn û xwezaya qada operasyonan.
1.Dem:
Mebest ji demȇ ne ku çendaniya dema ku di operasyonan de ye;belam mebest jȇ dema çavdȇrî û bendewariya berî şer e.
Hȇza ku dijberȇn wȇ qonaxa bendewariya ȇrîşekȇ jiyan dikin,divȇ ku ew hȇz pȇşbaz be û di cî de ȇrîşȇ bibe ser dijminȇ xwe.
Her çi qas di şerî de tȇk biçe jî ,lȇ çȇtir e ji ber ku çi qas dijminȇ te di bendewariya ȇrîşȇ de bimîne dȇ ew qas ziyanȇ bigihîne te.
2.Karîn:
Dema artȇş xudana hȇz û karîn be ji aliyȇ leşkerî û siyasî ve,divȇ destpȇşxeriya şer bike.
Ji ber dema hȇza artȇşȇ ne tekûz be tu carî nikare navendȇn leşkerî û siyasî yȇn dijmin desteser bike.
3-Xwezaya qada operasyonan:
Mebest ji qada operasyonan ew cihȇ ku şer dȇ lȇ were kirin.
Divȇ ku qada şer bi hûrbînî bȇte xwendin û li gor reng û xwezaya wȇ tevgera leşker bȇte eyarkirin,her wiha dem û karîn jî bandora xwe li tevgerȇ dikin di qadȇ de.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara (61)ê de hatine weşandin.15.11.2016