BÛYERPRESS
Artêşa Tirk a dagirker û çekdarên xwe berdewamin di binpêkirin û kiryarên xwe li dijî xelkê sivîl.
Herî dawîn Artêşa Tirk û çekdarên xwe êrîşî gundewarê Girê Spî kirin
Çavdêrgeha sûrî ya mafên mirovan da zanîn ku di encama vê êrîşê de 3 sivîl birîndar bûne.
Çavdêriyê diyar kir ku çekdarên Tirkiyê hewil didin hejmareke gundên din kontrol bike û ji şêniyên wê vala bike