BÛYERPRESS
Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê erkê veguhestina hunermendê koçbarkirî Seîd Yûsif ji Istenbolê bo Rojava girte ser xwe..
He wiha vegirtina konê şînê li pêşiya mala Seîd Yûsif li taxa Xerbiya – Kolana Amûdê
Rêveberiya Xweser biriyarên xwe bo saziyên çandî û hunerî re araste kir,ku têkiliyê bi malbata hunermend re bikin û karbikin ser veguhestina darbesta wî bo Rojavayê Kurdistanê..
Desteyên têkildarê vî karî :
” Desteya Çandê li Herêma Cizîrê,Tevgera Mîzopotamya Ya Çand û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê,Yekîtiya Hunermendên Cizîrê “
Îro çarşembê 26 – 2 -2020 hunermend Seîd Yûsif li nexweşxaneyeke bajarê Istenbolê ya Tirkiyê koça dawîn kir.
Lawîn Seîd Yûsif kurê koçbarkirî di axaftineke xwe li gel malpera Bûyer got :
” Em ê termê Hunermend Seîd Yûsif veguhêzin bajarê Qamişloyê Eşqa wî ya Ebedê û wê li goristana Qidûrbeg ya Qamişloyê were sipartin bi axê.”