Sîpan Xelîl
Rengê we tê Bêhna we tê
Wek buhara nû li dar tê
Bîranînên we zindîne
Roniya roja ger nû hiltê
Bêhna we tê ji her dera
Ji vedenga kûr kesera
Ji sirûda nav sibeha
Li eywan û birc û sera
Rengê we tê ji egîda
Ji şoreşa pey şehîda
Bi rûmeta serfirazî
Nav dîrokê geş ronîda
Bêhna we tê ji hevala
Ji geş rengê li ser Ala
Çi xuyaye ew şopa we
Ta bi xanî maye vala
Hun bar nakin ji nav dila
Her dimînîn mîna gula
Dora çavên vî welatî
Giyan dane dewsa kila
Rengê we tê ji hêsrê dayika
Ji nalînên dengê xuşka
Wekî ezman hûn firazin
Tîn û şewqa tê ji roka
Bêhna we tê ji mêrxasa
Ji êşa dîla ji pê xwasa
Pey azadiyê wek dildara
Xweş rê dane dest gernasa
Rengê we tê hemî roja
Wek sitêr u gelawêja
Saza navê we gi tê gotin
Dil ji bêriya kûr disoja