Alan Pîrê
Ji niha û heya demeke baş nêzîk -dibe ku salek û du sal jî di wê navê re derbas bibin- dê gelek tişt zelal bibin û ji şopînerên aloziya Sûriyayê re jî baş bêne xuyakirin û têgihiştin.
Idlib, ne ji niha de wek goristana çekdarên bi ser rikberîya Sûrî ve hatiye destnîşankirin, na, ev yek ji berê de ye, lê di vê dema borî de tenê ew didan ser hev û ew bêhtir dixistin di pirrika şerê terorîzmê û şerê navxweyî de.
Lê çawa dest pê kir? Tirkiyeyê bû serleşker, rêveber û alîgira sereke, ne tenê ew, lê hindek welatên ereban jî li teniştê rawestiyan.
Tirkiyeyê bang li gelek komên çekdar ên bi ser rikberiya Sûrî ve kir û ji wan re buhar anî çongê, got: “Werin em ê komareke we ya sinî li vir ava bikin û pê de herin, da ku em şerê hemû dijminên şoreşê bikin; çawa hemû aliyên ku bi me re ne hevalbend bûn û di serî de kurd.”
Vê dawiyê Efrîn jî bû devereke baş ku komikên çekdar tê de bên ser hev û bi kêra kurdî bibin beranê li ber serjêkirinê. Ji ber ku aniha di qada Sûrî de, tu alî ji komikên çekdar ên rikberiyê ne razî ye, hemî jî dixwazin -îro berî sibe- ji wan xelas bibin û berê wan bidin mirina reş, dojeha şerê bênavber. Di serî de kurd, Rûsya, Şam, Tirkiye, Îran û hema kî ji DAIŞê bêzar bû, ji van komikan jî her wisa, tevahiya Ewrupayê û her pêşî Fransa, dixwazin ev komik tune bibin.
Goristana Idlib a navendî dê ji çareseriya aloziya Sûrî re gava pêşîn be, çawa ku dengek heye ku dê hîn ji Şamê bilind bibe û Federaliya Bakurê Sûriyeyê\Sûriyeyeke nenavendî bipejirîne û kurdan bi kirasekî bajarvanî, niştîmanperwer û şerkerên terora nêvdewletî ya islamî ji cîhanê re pêşkêş bike. Lê ne tenê Şam, dê ji Şamê destpêk be û ev yek berdewam û dirêj bike, heta ku ne tenê Rojavayê Kurdistanê, lê belê bakurê Sûriyeyê bi ser parêzgehên Herêma Kurdistanê ve bibe, li jêr navekî xweş “Kurdistan”. Kurdistan ne welatê kurdan tenê ye; yê ereb, asûr, suryan û turkmenan e jî û niha amadekarî ji vê gava mezin û gelekî lipêş re tên kirin.
Lê pirsa herî sereke ya ku dimîne, ev e: Gelo çima mirina van komikan destpêka çareseriya birastî ye, çima wan jî nakin hevparê prosesa çareseriyê û her tişt bi awayekî aram û aştiyane nabe, çima dijminatiya li hember van wiha gurr û har e, çima dawiya dawî her tişt dê di serê wan de biteqe? Ji ber ku ereb in! Na, wa ye ereb li deverên din jî hene, çima kes bela xwe nafiroşe wan û bangewaziya qirkirina wan a li ser asta laşî nake! Naxwe ji ber ku misilmanên tundrew in û tenê dixwazin mîrateya islamê bi hemû rengên wê vejînin û siyaseta “Xelîfeyên Pêşîn”, şerî’eta Pêxember ya Medîneyê vegerînin! Erê û na, ji ber ku şerê li dijî islama siyasî û terorîzma islamî ji mêj ve dest pê bûye û heta niha jî berdewam e.
Baş e, naxwe ji ber çi? Ji ber ku sînorên berê tên rakirin û hinên nû têne danîn, berê Sûriyeyê li perçekirinê ye. Bazar bi van komikên çekdar re nabe, kesekî qebûl nakin, ne elewî, ne kurd, ne xiristyan, ne jî êzdî… dixwazin Sûriye ji dest û berîka wan re be, ji ber ku gelekî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne, di ser ku ev girêdan ji kurdên Rojava re baş e, ji ber ku Tirkiye jî bi van komikan re ketiyê û va ye li Idlib û Efrînê komikên çekdar ew kişkişandiye serêşiyeke gelekî mezin ku ji niha û çar salên din jî, ji krîza siyasî û aborî ya hundirîn xelas nabe.
ji ber ku (û ev ya herî girîng e), Amerîka bi carekê re û ne di xewnên şevan de, nahêle ku welatekî sinî li ser sînor çêbibe.
Ji hinan re, berê deverê ji aliyekî ve li xêrê ye û ji aliyekî din ve jî li çareseriyê ye; ji aliyê din ve, berê hinan jî li dojeha dawî ye. Dawî tal e, lê wateyê dide her tiştî, ji ber ku çi tiştê ku bi dawî nabe, yan nebe, wate jê re tune, wate jê re namîne.
Ev gotar di Hêjmara (84) a Rojnameya Bûyerpressê de hatiye weşandin.