Bûyerpress
Şiyar Silêman
Zimanê mirov di destpêka jiyana xwe de bi şîrê dayîkê re hîn dibe, jê re tê gotin “zimanê dayîkê”, ji ber ku ew yekemîn alava peywendiya mirov bi derdorên wî re ye. Zanyarên derûnî girîngiyeke mezin didin wî zimanî; ji ber ew bingeha avakirina kesayetiya mirov e, bingeha ku jiyana wî tev li ser ava dibe, lewra divê ew avakirin durist be, da ku kesayetiya mirov ji ayindeyeke serkeftî re amade be .
Çima gelên cîhanê û rêxistinên navdewletî girîngiyeke mezin didin zimanê dayîkê?
Hebûna zimanê netewî mercekî sereke ji hebûna her neteweyî re ye, lewra hin kes li zimanê dayîkê dinerin ku ew tenê ji bo çesipandina nasnameya netewî ye, lê girîngiya zimanê dayîkê ji vê sedemê tenê mezintir e, lewra Rêxistina Navnetewî ya Perwerde û Zanist û Çandê UNESCO, sala 1999’an rojeke taybet ji zimanê dayîkê re destnîşan kir, tê de girîngiyeke taybet da hemî zimanên dayîkê li cîhanê .
UNESCO roja 21’ê Sibatê ji her salê wek Roja Zimanê Dayîkê terxan kir, wek rêzgirtinekê ji 11 şehîdên gelê bengalî re, yên ku di 21’ê sibata 1952’yan de li ser destê desthilata Pakistanê şehîd ketin, ew jî dema ku xwendekarên Bengladêş derketibûn xwepêşandanekê ji bo fermîkirina zimanê xwe yê bengalî . Ew bûyer bû sedema ku zimanê wan li kêleka zimanê urdu yê Pakistanê sala 1956’an bibe zimanekî fermî.
Hemî vekolînên zanistî tekez dikin ku hînkirina serkeftî ew e ya ku palê dide ser fêrbûna zimanên cuda li ser bingeha zimanê dayîkê, da civakên cîhanê gavên berfireh ber bi cîbicîkirina plana geşepêdana berdewam ta sala 2030’î ve biavêjin. Ew plan girîngiyê dide peydakirina derfetên hînbûnê ji hemî endamên civakê re sertaserî jiyana wan, ji bo bidestxistina zanînê, da karibin bi şêweyekî tekûz û berkeftî beşdariyê di jiyan û pêşdebirina civaka xwe de bikin.
UNESCO her dem civakên cîhanê han dide li ser hînkirina bi du zimanan, an bêtir ji duyan jî, li ser bingeha zimanê dayîkê, ji ber ev dibe faktereke girîng ji bo xweşkirina têkiliyên civakê û bilindkirina asta prosesa hîndariyê. Û ev plana rêxistina navdewletî temîniyê dike ku gerek hînkirin kêmanî bi sê zimanan be; ango zimanê yekemîn yê dayîkê be, yê diwemîn zimanê herêmî yan jî niştimanî be û yê sêyemîn zimanekî cîhanî be. Ji ber vekolîner tev gihiştine wê encamê ku xwendekarên ne inglîzîaxêv ên di destpêkê de hîndariya xwe bi zimanê dayîkê kirine, karîna wan a xwendina zimanê inglîzî bêhtir e ji wan kesên ku ji destpêkê de bi zimanê inglîzî tenê hîn bûne, ji ber hezkirina zarokan ji xwendinê re pirtir dibe dema bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin û ev hezkirina xwendinê xwe li zimanên din jî vedide.
Zanyarê zimanan Con Chomesky dibêje: “Programên hîndariyê yên hînkirinê ku bi zimanê dayîkê dest pê dikin û piştre zimanekî biyanî yê din fêr dikin, serkeftîbûna xwe li gelek welatên cîhanê diyar kiriye û encamine baş û erênî bi dest xistine, çi di warê derûnî yan civakî yan jî perwerdeyî de be, ji ber ew tirsa ji guherîna ziman li rex zarokan çênabe dema nû diçin dibistanê, bi kesayetiya xwe bawer dibin û hestê hebûna karîna akademîk li rex wan çêdibe û wê karînê di hînbûna zimanên din de bi kar tînin.”
Hin zanyarên din li gor vekolîneke sala 1988’an li ser erênî û nerêniyên zimanê biyanî di qonaxa seretayî de çêkirine, dibînin ku guncawtirîn pola hînbûna zimanê biyanî di sala çaremîn a qonaxa seretayî de ye, piştî ku şagirt hemî karînên xwe yên hînbûna zimanê dayîkê bi pêş de biribin.
Dema ku em rewşa gelê kurd li gor van teyorên zanistî yên zimanzanî bipîvin, em ê bibînin ku tevaya kurdan çi zarok çi mezin bin ziyaneke mezin gihaye wan, ji encama çewisandina li dijî me hatiye pêkanîn û dijatiya li hember zimanê me yê kurdî. Lewra xebateke berfireh û bêwestan ji her kesê kurd tê xwestin ji bo sivikirina bandora wan siyasetên gemar.
Li ser asta zarokan gerek e planine mukum û zanistî bên danîn, ji bo avakirina kesayetiya wan bi riya hînkirina zimanê dayîkê, her weha hînkirina zimanê niştimanî ku zimanê erebî ye li Kurdistana Rojava û zimanê navnetewî ku îro zimanê inglîzî ye li cîhanê; bi riya hazirkirina mamosteyên xwedan karîn di warê perwerde û hînkirina bi zimanê dayîkê de, bi sûdewergirtina ji teknolojya û dabînkirina vîdyoyên waneyên tomarkirî ji bo dagirtina kêmaniya di kadroyên prosesa hîndariyê de, ji ber amadekirina mamostayan hewcedariya wê bi serbor û xebateke demdirêj heye, da em jî karibin hinek ji şert û mercên UNESCOyê bi cî bînin û gelê me jî bibe beşek ji programê wan ê geşepêdana berdewam ta sala 2030’î.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01