Bûyerpress
Dildarê Mîdî
Hatiye gotin ku mirovekî gundî, hejar û belengaz, her roj radihişt dasik û werîsê xwe, li kerê xwe siwar dibû û berê xwe dida dehlê; li navsera çiyê ji xwe re dar dibirîn, darên birî dibirin bajêr difrotin û bi pereyên daran ji zarokên xwe re cil, firax û kel û pelên malê dikirîn.
Piştî ku demek derbas bû, rojekê ji rojan dît ku pişta kerê wî kul bûye û bûye birîn. Dilê wî bi kerî şewitî, rabû ji xwe re got :”Bi Xwedê ker guneh e… de hema ez van her çend rojan tu karî bi kerê xwe nakim; ez ê bi tena xwe herim û tişta ji min were, li gor qeweta xwe ez ê hilgirim, baştir e ez vî tebayê birîndar binbar bikim û Xwedê li min bigire, bila ew jî çend rojekî vehise û xwe rehet bike, ta ku piçekî birîna wî bi ser hev de were “.
Rabû weke her car, rahişte dasik û werîsê xwe, lê vê carê bi tena xwe berî da navsera çiyê, nav daristanê .Dest bi birîna daran kir û li gor karîna xwe kom kirin. Barê xwe girê da û li ser pişta xwe kir, bir bajêr firot û vegeriya malê. Lê her ku derbasî hewşê dibû û kerê wî çav pê diket, dizirî. Ewî nas dikir ku kerê wî birçî maye lewra dema çav li xwediyê xwe dike dizire. Xwedî jî nemerdî nedikir, di cî ew bi êm û av dikir .
Çend rojekî bi vî halî qedand, lê ji tab û westana bar û çûn û hatinê ji hev ket, gelek renc û eziyet bûrand .
Rojekê weke her car, dema ji kar vegeriya û derbasî hewşê bû, kerê wî çav lê kir, dîsa bû zire zira wî û zirî .Yê gundî hingî westiyabû ji hev ketibû, hema ji qehra hinavê xwe li kerî nihêrî û got: “Ma çima nazirêêê!! Ew dizane ku kurê wî li wî gihaye..”
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15