Bûyerpress
Gerînendeya Giştî ya Bazirganiyê li Herêma Cizîrê der barê buhayê cil û bergan de biryarnameyek belav kir û tê de awayê firotin û qezenca ji cil û bergan wiha destnîşan kir:
Xwediyên kargehên cilan, di firotina cilan de tenê 7% dê qezenc bikin.
Bazirganên ku li xwediyên dikanan belav dike, di firotina wan cilan de tenê 10% dê qezenc bikin.
Xwediyên dikanan ku ewan cilan difiroşin welatiyan, di firotina xwe de tenê 20% dê qezenc bikin.