Bûyerpress
Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Perlementoya Iraqê encamên dawîn ên hilbijartinan eşkere kirin, tê de xuya bû ku li Hewlêr, Dihok û Neynewayê Partiya Demoqrat a Kurdistanê û li Silêmanî û Kerkûkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê herî zêde deng sitandine.
Li gorî lîsteya Komîsyonê, PDKê li Hewlêrê 8 kursî, li Dihokê 10 kursî û li Neynewayê 6 kursî bi dest xistine; YNKê jî li Silêmaniyê 8 kursî û li Kerkûkê 6 kursî bi dest xistine.