Bûyerpress
M.E.Osman
Dema em li ser babeteke berfireh mîna mijara “zimanê dayikê yan jî zimanê dayik” baxivin, pêdivî bi bikarhanîna peyvên wêjeyî heye da ku di rengê pexşan an jî hêçaneke geş de were. Her wiha pêwîst e em xemxurên ziman bin û em zimanê xwe baş zelal bikin; ango bi zimanekî petî û bê gerd binivîsin, çikû em ne li ser bûyerekê daxivin û em dixwazin hema bi pele ragihînin bo xwendekar û lêkolînvanên zimanê kurdî yan jî wan agehdar bikin.
Helbet cihê rêzê ye ku mirov bi şêweyekî zanistî bayex û pûte bi vê mijarê bide. Ev mijar têkildarî têgihiştina mirov bi giştî û ji dayîkê re ye. Wekî hizir, “dê” wateya herî bilind di hişê mirov de dihêt bercestekirin, çi mirovê heye bê guman di zikê dêya xwe de mezin dibe, ev dê wek nimûne bi tenha ye, ango bi serê xwe ye, lê di zikê dê (malbiçûk) de zar gulxetkî nabe; ev jî dihê wateya ku ziman ne zikmakî ye, ango navkirina zimanê mak ne rastîyeke zanistî ye û gelek zanyarên derûnî û biology vê rastiyê tekez dikin. Peyva zikmak beramberî ya ingilîzî “Congenital” digire ku dabaşa zarokê di zikê dayîkê de dike. Di paşerojê de jin an dê zarî hînî pêsîra xwe dike -wek yekem rahênan jê re-, paşê piço piço dê dest bi rahênana mezin dike ta ku wek kurd dibêjin “bi ser benê golikê ve dibe”. Hingî dê perwerdeya zehmet li ser milê xwe dikişîne, yek ji wan fêrkirina ziman e. Di hemû qonaxan de dê hînkar e û nemaze ji alîyê ziman ve, mînakên berçav pir in; dê dikare peyvekê gelek caran dubare bike ta zara\ê wê baş fêrî bilêvkirina wê peyvê bibe. Ev pirsên jorî me dan ji hêla erkên dê ve ne.
Wek me got, di hizir de “dê” xwedîya wateyeke herî bilind e û pêwîst e em emekdar bin, qencîyên wê pêpest nekin. Dema em dibêjin zimanê dayikê yan zimanê dayik, em pir çewt diçin, ango em koşeşa wê badîhewa dikin û pê biçûk dibe. Li gorî binemayên zimanê kurdî, berfirehîya peyva dê li ser hemû jinan belav dibe. Dêya kurd ne yeke lawaz û biçûk e mîna dayik, lê belê peyva dê hîn mezintir dibe bi qasî neteweya kurd berceste dibe. Li gorî rêzimanên zimanê kurdî, çi navê kurdî heye bi tenha xwe nîyas (nasyar – naskirî) e, lewre ya durist ew e ku em bibêjin “Zimnê Dê”. Li gorî pirsa erebî:
“اللغة الأم – الأم هنا معرفة وجميعنا يعرف من هي. “
Ev şehnazî û pozbilindî li cem ereban her wisan li cem ingilîzan jî peyda dibe dema dibêjin:
“The mother language , which mother ? we all know which she is.”
Lê çima em xwe wisan biçûk û histûxwar dibînin û em dibêjin “Zimanê Dayikê”!? Bi gumana min wê gilî ev pirs be.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15