Bûyerpress
Li devera Girê Sipî û di demekê de ku du ciwanan hewil dida ku bi qaçaxî derbasî milê Bakurê Kurdistanê bibin, cendirmeyên Tirkiyê gule li wan barandin û her du ciwan kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku bi kuştina her du ciwanan li Girê Sipî û bi kuştina rojnamevanekî li Idlibê, hejmara kesên ku cendirmeyên Tirkiyê ew kuştine, gihaye 359 kesan, di nava wan de 68 kes zarok in.