Bûyerpress
Hêzên Asayîşa Rojava li bajarê Hisiçayê, komikeke sextekaran a ku pel û belgenameyên xwendin û leşkeriyê yên qelp çêdikirin û didan xelkê, desteser kir.
Bi rêya pela fermî ya Hêzên Asayîşê, hat ragihandin ku ew komik ji du kesan pêk dihat û dema ku asayîş li malên wan geriyan, defterên Erka Xweparastinê û yên leşkeriya rêjîmê, çapera nasnameyan û hin tiştên din ên qelpkirinê dîtin.