Bûyerpress
Mamoste Ayşe Çelik ku xelka Ameda Bakurê Kurdistanê ye, bi gunehê ku li ser kenaleke televizyonî gotibû bila zarok neyên kuştin, li gel pêçeka xwe ya şeşmehî hat zindankirin û 6 meh zindan lê hat birîn.
Di sala 2016’ê de dema ku li Bakurê Kurdistanê şer li dar bû, mamoste Ayşe di kenaleke televizyonî de doza wê yekê kiribû ku mirov û zarok neyên kuştin.
Hêja ye mirov bibêje ku salek û sê meh zindan li mamoste Ayşe hatibû birîn, lê ji ber ku zaroka wê biçûk e, Dadgeha Diyar Bekirê tenê şeş meh lê birî.