Bûyerpress
Komika tawanbar a ku ji berî mehekê Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Reqayê ya Sivîlê Umer Eloş teror kir, ji hêla Hêzên Asayîşa Rojava ve hat desteserkirin.
Ajansa Hawarê ragihand ku Hêzên Asayîşê komika ku Umer Eloş teror kiriye desteser kir û her wiha da zanîn ku ev komik ji hêla saloxgeriya Tirkiyê (MIT) ve dihat birêvebirin.
Umer Eloş ku yek ji berpirsên Meclisa Reqayê ya Sivîl bû û bi xebatên xwe naskirî bû, di 16’ê adarê de di mala xwe de hat terorkirin.